Rûsya û Amerika derbarê rewşa Idlibê, di pêwendiyê de ne
K24 – Navenda Nûçeyan
Cîgirê Wezîrê derve yê Rûsyayê ragihand, derbarê rewşa li Idlibê pêwendiyên wan bi Amerîka re berdewam in .
Sêrgey Ryabkov ragihand, pêwendiyên di navbeyna wan û Amerîka de, derbarê rewşa aloz a li Idlibê berdewam in. Got jî, hejmarek ji mijaran di navbeyna wan û Amerîkayê de liser erdê çareser bûn e. Ew jî, jiber hebûna pêwendiyên di navbeyna hêzên Rûsî û Amerîkî de .
Biryar e jî, Şanderê Amerîkî ji bo dosya Sûriyê James Jeffrey, li Enqerê digel berpirsên Tirkiye rewşa li bakurê rojavayê Sûriyê gotûbêj bike.
C.B