Hevseroka MSD: Pirsa serbazî jî dê bi rêjîma Sûriyê re guftûgo bikin

Hewlên dubare destpêkirina guftûgoyên di navbera Rêveberiya Xweser û rêjîma Sûriyê berdewam in.
kurdistan24.net

K24 – Qamişlo

Hewlên dubare destpêkirina guftûgoyên di navbera Rêveberiya Xweser û rêjîma Sûriyê berdewam in û berî çend rojan jî şandeke MSDê serdana Şamê kir. Hevseroka MSDê dibêje, pirsa serbazî û dahatiya HSDê dê bêne guftûgokirin.

Bi gerintiyek Rûsî hevdîtin di navbera Rêveberiya Xweser û rêjîma Sûriyê de li Şama Paytext encam dide. Hevdîtina herdu aliyan tê piştî ku şandek ji Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD) ligel şandeke Rûsî li navenda Himêmîmê civiyan. Hevseroka MSDê dide zanîn ku ta niha komîte nehatine avakirin da ku danûstandin dest pê bikin, lê hêza serbazî û paşeroja Hêza Sûriya Demokratîk (HSD) dê mijara sereke ya vê diyalogê be.

Hevserok MSDê Emîna Omer di çarçovê de ji K24ê re got: “Destpêkê divê lihev bikin, emê li ser çi diyalogê bikin, di mîkanîza hevdîtinê dê çi bê gengeşekirin û mijar dê çi bin. Heta niha hîna tiştek nehatiye guftûgokirin, hîna hevdîtin di çarçoveya giştî de ye, lê tiştê ku emê di hevdîtinan de bixin ber guftûgoyê, doza Kurdî, Rêveberiya Xweser, zimanê dayikê û mijarên serbazî ne, lê hîna tiştek çê nebûye”.

Cudahî di nerînan de derbarê serketina danûstandinan di navbera Rêveberiya Xweser û rêjîmê de hene, nemaze ku beriya niha gelek hevdîtin di navbera herdu aliyan de çêbûn, lê ti encam nedan. Hin çavdêr dibêjin ku serketina vê diyalogê girêdayî ye bi berjewendiyên dewletên ku destên wan di kirîza Sûriyê de heye.

Çavdêrê siyasî Nîdal Rehawî ji K24ê re got: “Danûstandinên berya niha negihiştin ti encaman, ev nayê wateya wê yekê ku herdu alî danûstandinan naxwazin, lê bandora derve li ser herdu aliyan heye. herwiha hevpeymaniyên wan hene, lê derbarê rêveberiya xweser ku bi Amerîka ve girêdayî ye û ev yek jî eşkere ye û dema ku dibînin Amerîka vedikişe berêx we didin hikûmetê û dibêjin ti problema me bi hikûmetê re nîne û em beşek ji dewleta Sûriyê”.

Piştî hevdîtina Şamê, MSD li ser zimanê Seroka Desteya Cîbicîkar ya Îlham Ehmed ragihand, Rȗsiya soz daye ku ewê fişarê li rêjîma Sûriyê bike, da ku bigihin çareseriyeke siyasî, herwiha got jî ku niha ew li hêviya sozên Rûsî ne ku pêk werin û danûstandinên berfireh dest pê bikin.