Mesrûr Barzanî ligel Wezîrê derve yê Amerîka û Wezîra berevanîya Almanyayê dicive
K24- Navenda Nûçeyan
Serokê Hikumeta herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, beşdarî Konferansa Munchen dibe û ligel Wezîrê derve yê Amerîka û Wezîra berevanîya Almanyayê dicive
Di perwêza yekem roj a Konferansa Asayîşê ya Navneteweyî ya Munchenê de, Serokê Hikumeta Herêma Kurdistanê mesrûr Barzanî hejmarek civînan encam dide. Biryar e ligel Wezîrê derve yê Amerîkayê Mike Pompêo jî, bicive.
Herweha di çarçoveya civînên Konferansa Munchenê de, biryar e Mesrûr Barzanî ligel her yek ji Dan Biryolêtî, Wezîrê wize yê Amerîkayê û Serokwezîre Bulgaristanê Boyko Borîsov re jî, bicive.
Di dawî civîna roja yekem a Konferansê de, biryar e Mesrûr Barzanî ligel Wezîra Berevanî ya Almanyayê Annegret Kramp-Karrenbauer re bicive.
Konferansa Asayîşê ya Navneteweyî ya Munchenê, ku salan e birêve diçe, tê de berpirs û biryarbidest ên welatên cîhanê dicivin û pirsên taybet bi asayîşa cîhanê gengeşe dikin. Di salên borî de jî, Mesrûr Barzanî yek ji beşdarên sereke yê vê Konferansê bû ye.
C.B