Ehmed Turk bêtewan hat dîtin, lê li cihê wî, dîsa jî Qeyyum heye

Ehmed Turk, ji dosya ku bû bû hinceta jikardûrxistina wî û danîna qeyum, bêtawan hate dîtin

K24 – Navenda Nûçeyan

Ehmed Turk, ji dosya ku bû bû hinceta jikardûrxistina wî û danîna qeyum, bêtawan hate dîtin.

Şaredarê Mêrdînê Ehmed Turk û Hevşaredara Çiyayê Mazî ya Mêrdînê Necla Yildirim, jiber beşdarî şîna endamek PKKê bûne, bi bangeşeya rêxistina terorê hatibûn tometbarkirin.

Wezareta Navxweyî ya Tirkiyeyê, vekirina dozê wek hinceta jikardûrxistina Ehmed Turk û Necla Yildirim nîşan da bû.

Di rûniştina dawî ya dozê de, tevî Ehmed Turk pênc endam û rêveberên HDPê yên Mêrdînê bêtawan hatin dîtin.

Dadwerê Dadgeha Sizaya Giran ya Mêrdînê da xuyakirin, beşdarîkirina şînê netawan e û bo tawanbarkirinê tu delîlek din jî nîn e.

Ehmed Turk, ji dosyeya bangeşeya PKKê, du car ji Serokê Şaredariya Mêrdînê hatibû dûrxistin û şûna wî qeyûm hatibû danîn.

 

 

 

C.B