Cejna Evînê seqama Zivistana Kobanê germ dike

Li Kobanê tevî rewşa şer û gefên Tirkiyê, serma Zivistanê û buhabûna Dolar, lê xelkê wê xwe ji vê boneyê cejna evînê bê par nehêlin.
kurdistan24.net

K24 – Kobanî

Li Kobanê tevî rewşa şer û gefên Tirkiyê, serma Zivistanê û buhabûna Dolar, lê xelkê wê xwe ji vê boneyê cejna evînê bê par nehêlin.

Careke din, Bazara Tilel a bajarê kobanê xwe bi rengê sor dixemilîne û pêşwaziya cejne evînê dike, keç, xort û ta pîr û kal amedehiyên xwe dikin û ji kes û nasên xwe re diyarîyan dikirin.

Tevî ku rewşa Kobanî bi giştî gelekî asteng e, çi ji metirsîyên ji şerekî nû û çi jî ji ber buhabûna nirxê Dolar, lê gelê Kobanî di vê boneyê de dibêjin ku vîna wan xurt e û ji jiyanê hez dikin.

Li Kobanê, berî bi dehan sal û ji ber urf û edetên civakî, bîranîna vê rojê gelekî şerm bû, lê di salên dawî de, Kobanî mîna tevahiya cîhanê bi vê rojê şa dibin.