Serok Barzanî û Eyad Elawî di 3 mijaran de rêkeftin pêkanîn
K24 – Navenda Nûçeyan
Li Selahedîn, Serok Barzanî û Eyad Elawî civiyan û daxuyaniyek hevbeş belav kirin.
Di civînê de, bi hûrbînî behsa rewşa Iraqê, navçeyê û mijarên pêkanîna hikûmeta veguhêz a bê ya Iraqê hate kirin, û her du alî liser van xalan rêkeftin.
Yekem: Her du alî tekez dikin, ku pêwîstiya Iraqê bi man a Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî heye, bo ku di rûbirûbûn a metirsiyên terorê de, hevkariya welat bikin. Bi taybet, ku di dem a dawî de, tevgerên çekdarên DAIŞê zêde bûn e.
Dûyem: Iraq welatek fereh pêkhate ye û tu aliyek siyasî nikare, derbarê biryarên çarenivîsaz yên girêdayî dewlet û paşeroja wê, tekaliyê bike, ji ber ku ev yek dibe gef, li ser yekperçeyiya welat û aştiya civakî.
Sêyem: Pêwîst e hikûmeta bê, nûneratiya hemû aliyan bike û hemû pêkhateyên Iraqê beşdariyê tê de bikin. Ji bo ku yekgirtina niştîmanî û daxwazên xwepêşanderên aştîxwaz û bizavên cemawerî jî, li xwe bigre.
C.B