Tirkiye daxwaza Patriotan ji Amerika dike!

Serokomarê Tirkiye Recep Tayyip Erdogan ragihand, ku li Idlibê şer heye û Tirkiye daxwaza mûşekên Patriot ji Amerika kiriye

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokomarê Tirkiye Recep Tayyip Erdogan ragihand, ku li Idlibê şer heye û Tirkiye daxwaza mûşekên Patriot ji Amerika kiriye.

Erdogan got: “Îro derdora demjimêr 18:00an ez dê pêwendiyel telefonî ligel Putin encam bidim. Hemû pêşhatyên Idlibê em dê bigrin dest, pêngavên me yên pêşerojê dê piştî vê pêwendiyê eşkeretir bibin”.

Ligor Erdogan, “Li derdora Idlibê biqasî 150 serbazên rejîmê hatine têkbirin. Ez dikarim bibîjim, ev şer e! Gelek kelûpelên serbazî jî hatin hilweşandin. Têkoşîna me didome. Heta ku zulm a rejîmê bidawî neyê, em venakişin!”

Serokomarê Tirkiye got, ku pêwendiya telefonî ligel Merkel û Macron encam da ye û wan pêşniyara civînek 4qolî, herweha ligel Putin kirin e, lê heta niha Putin bersîv neda ye!

Herweha Erdogan anî ziman: “Min pêwendî ligel Birêz Trump danî. Daxwaza Patriotan kir. Çawa me S400 ji Rûsya girtin, dixwazin Patriotan jî, ji Amerika bikirin. Lê, bersivek erênî neda, nekarî bide!”

 

 

 

C.B