Firset SofÎ: 5 tometbarên dosyaya keça-zarok hatine girtin
K24 – Navenda Nûçeyan
Parêzgarê Hewlêr Firset Sofî ragehand, ku 5 tometbarên dosyaya wê keça - zarok hatine girtin, ku beriya niha bi kefalet hatibûn azadkirin.
Parêzgarê Hewlêrê got, ew tometbar her kes bin û pile û postên wan jî hebin, dê derkevin pêşberî dadgehê.
Di bersiva pirsek Nûçegihanê Kurdistan 24 de, parêzgarê Hewlêrê bersiva daxuyaniyek Civata Serkirdayetiya Yekîtî da û ragihand, divê zelalkirinekê bidin, ku mebesta wan ji diyardeya gelekî xerab çi ye, ku Hewlêr dûr e ji van cure diyardeyan.
Herwiha ' Emîd Dilêr Necar Rêveberê Polîsê Hewlêr got, ku liser fermana Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê tîmek pêk anîn û di dem a kêmtir ji 4 demjimêran karîn wan tometbaran bigrin û niha di zindanê de ne.
C.B