Buldan: Bila Tirkiye ligel Kurdên Rojava pêwendiyê deyne

Buldan, bang li hikûmeta Tirkiyê dike, li Rojavayê Kurdistanê bi Kurdan re hevkarî bike û piştevanî bide proseya nivîsandina destûrê

K24 – navenda Nûçeyan

Hevseroka HDPê dibêje, baca siyaseta şaş ya derveyê, wek krîzên siyasî, aborî û civakî vedigerin Tirkiyeyê û got, desthilat di mijara Sûriyê de ne dikare pêş ve biçe, ne jî dikare vegere.

Hevseroka HDPê Pervîn Buldan di beşdariya bernameyek de, rexne li siyaseta Sûriyê ya desthilatê girt û da xuyakirin, Tirkiye li Rojhilata Navîn ketiye nav avêzeleke mezin û bi vê siyasetê jî nikare derkeve.

Da xuyakirin, divê Tirkiye demildest mijarên vekişîne ji Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê bigre rojeva xwe û bo çareseriyê serî li rêyên aştiyane û diyalogê bide.

Buldan, bang li hikûmeta Tirkiyê dike, li Rojavayê Kurdistanê bi Kurdan re hevkarî bike û piştevanî bide proseya nivîsandina destûrê ku li ser binameyên nasandina mafên netewî, çandî û mirovî û bawermendî yên pêkhateyên Sûriyê û heman prose li Tirkiyeyê jî bide destpêkirin.

 

 

C.B