Erdogan û Trump pêwendiya telefonî encam dan

Serokomarê Tirkiye Recep Tayyip Erdogan ligel Serokê Amerîkayê Donald Trump pêwendiyek telefonî encam da

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokomarê Tirkiye Recep Tayyip Erdogan ligel Serokê Amerîkayê Donald Trump pêwendiyek telefonî encam da.

Ligor hatî ragihandin, Serokomarê Tirkiye aniye ziman, ku Hêzên Rejîmê li Idlibê dive vegerin devera ku di Rêkeftina Soçî de hatiye destnîşan kirin.

Herweha ligor medya Tirkiye, Serok trump û Serokomar Erdogan liser rêgirîkirin  a karesata mirovî, ku dikare li Idlibê rû bide û pêngavên hevbeş behs kirin e.

Heta niha, ji alî Koşka Spî ve, liser mijarên pêwendiya telefonî tu daxûyanî nehatiye ragihandin.

 

 

C.B