DAIŞ êrîşî xalek artêşa Iraqê kir

Çekdarên DAÎŞ êrîşî xalek artêşa Îraqê li gundê Metîqa Kakeyî yê ser bi Daqûqê ve kirin

K24 – Navenda Nûçeyan

Çekdarên DAÎŞ êrîşî xalek artêşa Îraqê li gundê Metîqa Kakeyî yê ser bi Daqûqê ve kirin.

Nûçegihanê Kurdistan 24 li sînorê parêzgeha Kerkûkê ragihand, hêzên Îraqî ji bo demê nîv demijmêrê rûbirûyî çekdarên DAÎŞê bûn e.

Jêderek ewlekarî ji Nexweşxaneya Daqûq ji bo Kurdistan 24 ragihand, termê serbazek û du birîndarên artêşa Îraqê ji bo nexweşxaneyê hatine şandin.

Rewşa nezelal a siyasî li Iraqê, bêaramiyek di qada welat de peyda kiriye. Ev yek jî, ji bo liv û tevgerên zêdetir ên DAIŞ bingehê dirust dike.

 

 

 

C.B