Sîlva û Dîlva bi 3 amûreyên mûzîkê distirên

Sîlva û Dîlva Şêxî du xwişkên ciwan ên 14 salî yên Kobanî ne, ji temenekî biçûk ve dest bi gotina stranan kirine û xwe fêrî 3 amûreyên mûzîkê kirine.

 

K24 – Kobanî

Sîlva û Dîlva Şêxî du xwişkên ciwan ên 14 salî yên Kobanî ne, ji temenekî biçûk ve dest bi gotina stranan kirine û xwe fêrî 3 amûreyên mûzîkê kirine.

Sîlva û Dîlva xwişkên mûzîkjen ên dengxweş in û mîna du bilbilan di dibistana sereteyê de distirên û zarok û mamoste lê guhdar dikin. Sîlva û Dîlve amedehiyên xwe ji bo tomarkirina yekemîn stranên xwe dikin.

Sîlva û Dîlva ji bilî vê yekê jî, ew zarokên biçûk li navenda Baqî Xido ya çand û huner fêrî mûzîkê dikin. Sîlva û Dîlve dibêjin, ji ber ku dê ew bavê wan destek û moral didin wan, ew dixwazin astên xwe di mûzîk û huneriyê de bilind bikin.

Herdu ciwanên Kobanî xwe amade dikin, ta di şahiyên cejna Newrozê de beşdar bin. Hêviyên wan ew e sal bi sal xwe bipêş bixin û bibin du stêrên ronak di hunera Kurdî de.