Rêkeftin vajo bû! Efganistan ket proseyek nû!

Amerika û Taliban rêkeftina, ku destpêkirina proseya aştiyê ye vajo kirin

K24 – Navenda Nûçeyan

Amerika û Taliban rêkeftina, ku destpêkirina proseya aştiyê ye vajo kirin.

Ligor rêkeftinê, ger Taliban xalên rêkeftinê bi temamî bicîh bîn e, di nav 14 mehan de Amerika û Hevpeyman ji xaka Efganistanê derdikevin.

Hîn berî imzekirina Rêkeftina Bicîhanîna Aştiyê ji bo Efganistanê, li paytexta Qeter Dûhayê, hukimetên Amerika û Efganistan daxuyaniyek hevbeş ragihandin.

Ligor daxûyaniyê: Amerika di nav 135 rojan de, dê hejmara serbazên xwe daxe 8 hezar û 600an û di proseya bicihanîna temam a rêkeftinê de, ji alî Taliban ve, Amerika û Hevpeyman di nav 14 mehan de, dê serbazên xwe ji Efganistanê derxin.

Rêkeftina Bicîhanîna Aştiyê ji bo Efganistanê, li Hotel Sheraton li paytexta Qeter Dşhayê hate imzekirin.

Liser navê Amerika, Nûnerê Amerika yê taybet bo Efganistanê Zalmay Xelîlzad û liser navê Taliban, Serokê Ofîsa Siyasî Melle Ebdilxenî Berader, rêkeftin imze kirin.

 

 

C.B