Panelek li ser fantazma romana Kurdî hat lidarxistin

Panelek li ser bandorên bipêşketina romana Kurdî ango fantazma romana Kurdî, li Weqfa Îsmaîl Bêşîkçî ya Diyarbekirê hat lidarxistin.
kurdistan24.net

K24 – Diyarbekir

Panelek li ser bandorên bipêşketina romana Kurdî ango fantazma romana Kurdî, li Weqfa Îsmaîl Bêşîkçî ya Diyarbekirê hat lidarxistin. Wêjekar û lêkolînerê Kurd Remezan Alan, diyardeyên ku romana Kurdî peyda kirine û bi pêş xisine, wek fantazma romana Kurdî binav dike û tîne ziman ku serdem-nivîskar-xwendekar û weşanger paşxaneyên fantazma romana Kurdî ne.

Dezgeh ango Weqfa Îsmaîl Bêşîkçî ya Diyabekirê, çalakî û xebatên wêjeyî, çandî û hunerî berdewam dike. Vê carê jî li Dezgeha Îsmaîl Bêşîkçî, bi nivîskar û rexnegirê wêjeya Kurdî Remezan Alan re, li ser romana Kurdî û diyardeyên ku romana Kurdî peyda kirine û bi pêşxsitiye panelek hat lidarxistin.

Remezan Alan radigihîne ku dora 200 sal in, cureya romanê li cîhanê bi giştî cureyeke bi bandor e û êdî romana Kurdî jî di wêjekariya Kurdî de, di asteke ku cure reng tê nivîsandin de ye. Alan tîne ziman ku bi daxwaza nivîsê ra, çar diyardeyên fantazma romanê derdikeve pêş. Yek jê rihê serdemê ye ku pewistî bi vê şewazê tîne û wêjekarên kurd jî dixwazin ciyên xwe lê bigirin. Yek jê jî weşanxanene ku dixwazin cureyên pirtûkan zêde bikin û herduyên din jî wiha radigihîne.

Nivîskar û wêjekarê Kurd Remezan Alan ji K24ê re got: "Nivîskar jî di nav cureyên wêjeyî de qîma xwe bi romanê tînin û hin ji wan dest ji nivîsandina helbest, çîrok û cureyên din berdidin û nivîsandina romanê de şansên xwe diceribînin. Lewra aliyekî fantazmayê jî nivîskar in. Em xwendekar jî koşeyekî ne ku dixwazin roman nûsekî an jî çend roman nûsên Kurd derbikevin pêş û nûneriya me bikin."

Panel bi beşdariya nivîskar, xwendekar û siyasetmedarên Kurd birêve çû û beşdar jî ragihandin ku li dar xistina xebat û çalakiyên wiha, ji bo agaharî û bi pêşketina wêje û çanda Kurdî girîng in.

Guneş Kan jî li zaningeha Artûkliyê dersdara dersên Kurdî ye û tîne ziman ku ew jî xebatan li ser romana Kurdî dike. Kan tîne ziman ku dan û sitendinên fikrî û berewird kirina pêzanînan, bi xebatên wiha dibin û divê zêtir bên kirin.

Mamosteya Kurdî Guneş Kan dibêje: "Xebatên wiha gelek baş in û me divên. Divê zêtir xebat, axaftin û çalakiyên wiha bên kirin. Lewra çalakiyên wiha wisa lê dikin ku kes ji jûrên xwe der bikevin û werin têkelî civakê bibin û ew tiştên ku xwendine û berhev anîne bihev ra par ve bikin da ku berhevanîneke çandî pêk bînin."

Di panelê de bal hat kişandin ku wêjeya civakekî jî li gor rewş û pêwistiyên wê civakê teşe distînin û bi Kurdî nivîsandina romanan jî wek bersîveke li dijî pişaftinê ye. Loma jî li gel kêmasiyên xwe romanûsiya Kurdî jî her diçe dewlementir dibe û bêtir derdikeve pêş.