Şerê dest û boksan di navbeyna parlementerên AKP û CHP de

Şerê dest û boksan di navbeyna perlemanterên CHP û AKP de li Parlemana Tirkiyê rû da

K24 – Navenda Nûçeyan

Şerê dest û boksan di navbeyna perlemanterên CHP û AKP de li Parlemana Tirkiyê rû da.

Nûçegihanê Kurdistan 24 li Enqera  ragehand, ku di civîna îro ya Parlemana Tirkiyê de, Engin Ozkoç Cîgirê Serokê CHP rexne li siyaseta Serokomarê Tirkiyê Receb Tayiip Erdogan girt, ku ew ji Erdogan natirsin û ti carîjî,  ji wan kesan natirsin ku xiyanet li Tirkiyê kirin e. Di beramber de, endamên fraksiyona AKP bersiva wî dan û şer di navbera perlemanterên her du aliyan de derket.

Vê sibehê Serokomarê Tirkiye ê Serokê AKP Recep Tayyip Erdogan liser siyaseta CHP hemberî Operasyona Idlibê diyar kiribû, ku ev rexne yên bêşeref, bêheysiyet û xayinan in.

Di beramber de CHP jî, helwêstek tund ragihandibû û di civîna Parlementoyê de Ozkoç, Erdogan bi bêşeref, bêheysiyet û kujer binav kir, ku bû sedem parlementerên AKP êrîş bikin ser û şerek dest û boksan di navbeyna parlementerên AKP û CHP de derkeve.

 

 

 

C.B