Li Diyarbekir rêkarên rêgirtina li nexweşiyan tê girtin

Taksiyên qirşûqalê 24 demjimêran li kolanan digerin û kom dikin.
kurdistan24.net

K24 – Diyarbekir 

Li Diyarbekirê ji aliyê Şaredariya Kayapinarê ve bo paqijiya hawîrdorê rêbazeke rengîn û cawaz hatiye destpêkirin. Bo vê yekê jî rêbaza teksiyên qirşûqalê ketiye meriyetê ku 24 demjimêran ev wesaît digerin û paqijiyê dikin. Rêveberên Şaredariyê jî dibêjin bo pêşîlêgirtina nexweşiyan ew her dem hewl didin ku di nav kolanan de qirşûqal nemînin.

Piştî belavbûna nexweşiyan girîngiya paqijiyê zêdetir bû û div ê çarçoveyê de şaredarî hewl didin ku paqijiya nav bajaran biparêzin. Di vê çarçoveyê de Şaredariya Kayapinar a Diyarbekirê bi rêbazeke rengîn û cawaz vî karî dimeşîne. Şaredariya Kayapinar wesayîtên ku di teşeya taksiyên zer ên rêwitiyê de ne derxistiye qadê û 24 demjimêran bo paqijiyê ev wesaît li kolanan digerin. Gerînendeyê Karên Paqijiyê yê Şaredariya Kayapinarê Abdûrrahman Cengîz dibêje mebesta wan ew e ku paqijiyê bigihînin kolan teng û di her demên rojê de xebatên paqijiyê bênavber bidomin.

Abdûrrahman Cengîz ji K24ê re got: "Ji bo ku em ji welatiyan re hawireke paqijtir pêşkêş bikin em li çareseriyan digeriyan û me vê rêbazê da destpêkirin. Wesaîtên me diçin wan kolanên ku wesaîtên mezin nikarin biçin nav de. Wesaîtên mezin din ava demjimêrekê de karên xwe xilas dikin lê ev wesaît di nava 10 xulekan de kare xwe pêk tînin. Bi vê yekê em dikarin bi awayeke hêsantir pêşî li mîqrob û vîrusan jî bigirin."

Tîmên paqijiyê yên şaredariya Kayapinarê ji ber belavbûna nexweşiyan jî hemu bergirên xwe distînin û li kolanên Diyarbekirê li qirşuqalan digerin. Xebatkarê Paqijiyê Abdûrrahman Gultekîn amaje dike ku dem ali kolanan qirşûqal kom dibin ev yek qirêjê li nava bajêr digerîne û divê ew qirşuqal zêde li kolanan nemînin. Xebatkarê paqijiyê û Ajokarê Teqsiya Qirşuqalê Abdûrrahman Gultekîn dibêje li ser bangê jî ew demildest diçin kolanên qirêjgirtî.

Abdûrrahman Gultekîn dibêje: "Karê me ew e ku dema ji me re bangewaziyek were em demildest diçin û deverên qirêjbuyî ji qirşuqalan paqij dikin. Em bi vê yeke tendirustiya welatiyan jî diparêzin, rê li ber belavbuna nexweşiyan jî digirin. 24 demjimêran kare me ev e."

Taksiyên zer ên paqijiyê di heman demê de wek Ambulans a Paqijiyê jî tê binavkirin ku heta 3 tonan jî qirşuqal dikare dikare bide hev. Rêbaza Teqsiyên Qirşuqalê cara yekem e ku li Diyarbekirê tê bikaranîn û biryar e ku di çarçoveya pêşîlêgirtina mîqrop û vîrusan de li hemu bajêr û navçeyan ev rêbaz bikeve meriyete de.