Jina Sibîryayî bi Kurdî diaxive û bi Kurdî stranan dibêje

Jinika Sibîryayî, ji bo ku bi xwesûya xwe re biaxive, fêrî zimanê Kurdî bûye.
kurdistan24.net

K24 – Stenbol

Janna Aram xelkê Sibîrya ya Rûsyayê ye û bi gêncekî Kurd ê ji Bakurê Kurdistanê re zewiciye. Jinika Sibîryayî, ji bo ku bi xwesûya xwe re biaxive, fêrî zimanê Kurdî bûye, li gel axaftinê, bi Kurdî stran dibêje û hewla nivîsandina helbestan jî dike. Janna balê dikêşîne ser girîngiya ziman bo kulturê û dibêje eger ziman bimire, kultur jî dimire.

Li aliyekê telefonê Rifha Xan e ku ji gundê xwe yê Nisêbîna Mêrdînê bi Kurdî bang li aliyê din ê bûka xwe ya Rûsî dike û axaftina bûka wê jî bi Kurdî ye.

Janna Aram ku xelkê Sibîrya ya Rûsyayê ye, ji bo ku bi xwesûya xwe re biaxive dest bi hînbûna zimanê Kurdî dike.

Janna Aram ji K24ê re got: “Ez ji Sibîryayê hatim û bi kesekî Kurd re zewicîm. Xwesûya min ji xeynî zimanê Kurdî zimanekî din nizane. Ez dixwazim bi wê re biaxivim. Loma jî ez jî zimanê Kurdî hîn dibim.”

Janna ya Sibîryayî ku niha li Stenbolê dijî, ji zimanê Kurdî pir hez dike ku bi axaftinê namîne û stranan jî dibêje. Di kultura Kurdan de zêdetir mêvanperwerî û muzîka Kurdî bala Jannayê dikêşîne. Lê gelek heyirî dimîne ku li Tirkiyê di nav Kurdan de zimanê Kurdî hindik tê axaftin.

Janna Aram: “Weku min got zimanê Kurdî zimanekî xweş e, wêjeya Kurdî, helbestên Kurdî, stranên Kurdî gelek xweşik in. Lê ez fehm nakim ku ew kes (Kurdên bi zimanê xwe neaxivin) çima bi Kurdî naaxivin. Ez şaş dimînim. Ez biyanî me, ez dikarim bi Kurdî biaxivim, bila ew jî zimanê xwe ji bîr nekin û pê biaxivin. Mînak em Rûsî, li kuderê bijîn ne girîng e, em her tim bi Rûsî diaxivin. Ez difikirim ku di kultirê de ya herî girîng ziman e. Heke ziman bimire, kultir jî dimire.”

Janna ji bo hin têgehan zêdebûna peyvên Kurdî hem dewlemendiyek û hem zehmetiyek dibîne.

Janna Aram: “Zimanê Kurdî, wekî deryayê ye, pir mezin e, pir dewlemend e û di heman demê de dijwar e û kûr e. Gelek peyv hene, ji bo peyvekî gelek peyv tên bikaranîn.”

Hevjînê wê Ronî Aram ku helbestan dinivîse û niha amadekariya berhevkirina helbestan dike ji bo nivîsandina helbesta Kurdî jê ra dibe alîkar.

Janna diyar dike dema hînbûna zimanê Kurdî gelek peyv hînbûne ku nêzîkî Rûsî ne.

Janna Aram: “Di zimanê Kurdî û zimanê Rûsî de peyvên gelek nêzîkî hev hene. Mînak; şaş a Kurdî bi Rûsî şeast, mişk a Kurdî bi Rûsî miyshka, spas a Kurdî bi Rûsî spasîba pir nêzîkî hev in.”

Ji bo li Kurdî xwedî bê derketin peyama Janna ew e: “Bi Kurdî biaxivin, bi Kurdî bixwînin û bi Kurdî binivîsin. Çimkî zimanê Kurdî pir xweşik e.”