Tirkiye daxwaza rêkeftinek nû ya penaberan ligel Ewrûpa dike

Tirkiye dibêje, mercên rêkeftina berê neman e û divê li gor rewşa nû rêkeftin were nûjenkirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokomarê Tirkiye bi armanca gotubêjkirina aloziyên navbera Tirkiye û Yekîtiya Ewropayê seredana Brukselê kir û bi rayedarên Ewropayê re nêzîkî du demjimêran mijarên rojevê gengeşe kirin.

Erdogan beşdarî civîna rojnamevanî ya Serokê Konseya Ewropa û Seroka Komîsyona Ewropayê nebû, ku rojnameyên Ewropa dibêjin, di navbera aliyan de rêkeftin nebû. 

Rayedarên Ewropayê, ji Tirkiye dixwazin penaberên li ser sînorê Yunanistanê bên vegerandin û nabe bi rêya penaberan fişar bê kirin. Lê Tirkiye jî dibêje, mercên rêkeftina berê neman e û divê li gor rewşa nû rêkeftin were nûjenkirin.

Mevlut Çavuşoglu - Wezîrê derve yê Tirkiyê diyarkir:

"… Di mercên nû de em û Yekîtiya Ewropa dikarin çi bikin, em li ser wê axivîn. Wek mînak sala 2016 krîza Îdlib di rojevê de nebû, lê niha heye. Wê demê operasyonên me yên ser Efrîn û Serêkaniyê nebûn. Niha em dixwazin penaber bi dilê xwe vegerin wan deveran ku em dikarin bihev re çi bikin. Em tenê xalên Yekîtiya Ewropa pabendê nebûne nayîn in rojevê, em dibêjin li gor mercên nû divê rêkeftin were nûkirin."

Yekîtiya Ewropa, ji bo ku penaberan ji sînorê Ewropayê dûr bigre biryar dabû 6 milyar dolar alîkarî bide Tirkiyeyê, vîze rake û di warê gumrikan de gav bavêje û ya herî girîng jî, di warê pêvajoya endamtiyê de asankarî çêbike. Tirkiye di wê baweriyê de ye ku, Ewropa sozên dane cîbicî nekirine.

Li gor berpirsên Yekîtiya Ewropayê jî, Tirkiye ji pîvan û nirxên Ewropayê dûr ketiye, li hundir di warê demokrasî, mafên mirovan û mafê rojnamevaniyê de fişarên mezin hene û şêwaza şerê dijî terorê ya Tirkiyeyê jî bi şêwaza Ewropayê re nagunce ku êrişî Rojavayê Kurdistanê kiriye.

Li gor agahiyan, derbarî mijara germ ya penaberên li ser sînorê Yunanistanê jî gavek girîng nîne. Ewropa dixwaze ew penaber bên vegerandin, lê Tirkiye derbarî vegerandina penaberan de soz nedaye û tê çaverêkirin karesata mirovî ya li ser sînorê hê demek jî berdewam bike.

 

 

 

C.B