DEVA: Pirsa Kurd, pirsek sereke ya mafnasî û demokrasiyê ye

Serokê Partiya DEVA yê Alî Babacan pirsa Kurd wekî pirsek sereke ya mafnasî û demokrasiyê binav kir û mafê perwerdeya zimanê zikmakî jî, wekî pêwistiyek rewşa rastiya civatî li Tirkiye nirxand.

 

K24 – Enqere

Di siyaseta navxweyî ya Tirkiyê de Alî Babacan wezîrê darayî yê berê yê Tirkiyê piştî xebat û amadekariyên demdirêj bi civîneke berfireh partiya xwe ya bi navê Demokrasî û raperînê(DEVA) li Enqera paytexta Tirkiyê ji raya giştî re da nasîn.

Serokê Partiya DEVA yê Alî Babacan pirsa Kurd wekî pirsek sereke ya mafnasî û demokrasiyê binav kir û mafê perwerdeya zimanê zikmakî jî, wekî pêwistiyek rewşa rastiya civatî li Tirkiye nirxand. Li gel vê yekê di bernameya partiya Babacan de di serî de mijara aborî, daraz, parastina mafên mirovan polîtîkayên li ser penaberan, politikaya derve taybetî jî ya li Sûriyê û pêwîstiya guherîna pergala birêvebirina Tirkiyê bi berfirehî cih digre. Derbarê çareserkiirna pirsa Kurd ku Bbacan yek jî kêşeya sereke ya Tirkiyê binav kir damezrînerê partiyê parlementerê berê yê Ak Partiyê yê Êlihê Mehmet Emîn Ekmen da zanîn ku

Mehmet Emîn EKMEN -Damezrînerê Partîya Alî Babacan anî ziman:

Kêşeyên gellek dilsoj yên Tirkiyê hene û pirsa Kurd ji yek ji wan kêşeyan e. Di 5 salên dawî de em dibînin ku di serî de li ger pirsa Kurd di warê edalet, demokrasî û hiqûqê de jî kêşeyên gellek mezin li pêşiya me ne. Pirsa Kurd di bernameya partiya me de ciheke taybet de cîh diger û dê bi welatên cîran re bê çareserkirin. Hemû mafê welatiyên me yên Kurd bêyî ku weke amûra bazariyê bê bikaranîn dê bê mîsogerkirin û em partiya DEVA yê ji bo ku di hemû warên jiyanên de wan mafê xwe bikar bînin em pergaleke wiha pêşkeşî gelê xwe dikin.

Parlementer Mustafa Yeneroglu ku heyamek berî niha jipartiya deshilat Ak Partiyê îstîfa kiribû jî weke damezrînerê Partiya Alî Babacan ku êdî dê di parlemetoya Tirkiyê de cih bigre partiya xwe ya berê bi tundî şermezar kir û got ew ê bêşî darazê bêalî bikin.

Mustafa Yeneroglu - Damezrîner û Parlementerê Partiya Alî Babacan

Ji bo ku hiqûqa Tirkiyê careke din bê sererastkirin û ji bo k udi qada cîhanê de weke welateke demokratîk bê binavkirin ev Partiî hate avakirin. Îro her gav demokrasiya Tirkiyê tê wêrankirin û daraz weke amûreke tundiyê tê bikaranîn. Ji ber vê çendê jî berî her tiştî em ê bêalîbûna darazê û azadiya welatiyên xwe careke din dabîn bikin. Di warê azadîya çapemenî û ramanan de em her roj bi felaketên nû re rû bi rû ne û êdî civat jî ji wan felaketan bêzar bûne û di warê pêşerojê de bêhêvîne loma jî Partiya DEVA yê tam di wextê xwe de hate avakirin.

Keça Parlemnterê HDPê yê Berê ku Vefat kiriye Dengîr Mîr Mehmet Firat Helûn Firat jî di nava damezrînerên Partiya Babacan de cih girt. Firat Got ew ê di rêya bavê xwe de biçe û dê deriyê wan bo hemû partiyan vekirî be.

Helûn Firat - Damezrînera Partiya Alî Babacan diyar kir:

Bavê min bi awayekî zelal nêrînên xwe eşkere kiribû û ji bo gelê xwe jî kesayeteke girîng bû. Erka ku dikeve ser milê me ew e ku em jî ewke bavê xwe ji bo gelê xwe ya baş çibe vê bikin. Em ê bi hemû kesayet û partiyên siyasî re ku başiya gelê me dixwazin din ava danûstandinan de bin.

Partiya Alî Babacan bi 90 damezrînerê xwe ve çawa hate avakirinn di parlemetoya Tirkiyê de jî parlementerê wê heye yû di parlementoya Tirkiye de weke partiya 11emîn dê cih bigre. Ligel vê yekê parlementerê partiya sadetê ku îstîfa kiribû Cîhangîr Îslam jî rojên bê de tê çaverêkirin ku derbasî partîa Alî Babacan Bibe. Herwiha Serokomarê Tirkiye Recep Tayyip Erdogan liser Partiya Nû got, ku: Ew ne alternatifa AK Parti ne.

 

 

 

C.B