Generalek din ê Îranê jiber nexweşiya Korona canê xwe jidest da
K24 – Navenda Nûçeyan
Ligor Ajansa Fars a Îranê, Cîgirê Rêveberê Yekîneya Sarallah li Tehranê, girêdayî Pasdarên Îranê General Nasir Şabanî bi egera nexweşiya Korona (COVID-19) jiyana xwe jidest da.
Şabanî demek dirêj Cîgiriya Rêvebirê Zankoya Serbazî ya Imam Husên jî birêve biribû.
Piştî belavbûna berfereh a Vayrosa Korona li Îranê, dinav wan de çendîn parlementer û rêberên olî 514 kesan jiyana xwe jidest da ye.
C.B