Mesûd Ezgî: Mûzîkjenî beşek ji jiyana min a rojane ye

Mûzîkjenê Kurd Mesûd Ezgî, ji aliyekî ve karê xwe yê li pişesaziyê û ji aliyê din ve karê hunerê dike.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Mûzîkjenê Kurd Mesûd Ezgî, ji aliyekî ve karê xwe yê li pişesaziya Diyarbekirê dike, ji aliyê din ve tişta ku herî zêde jê hez dike mûzîkjênî dike. Mesûd Ezgî ku bi sitrana ‘Tu Gul î Ez Bulbulê Te me’ ji aliyê mûzîkhezan ve tê nasîn, di vê serdemê de, li pişesaziya Diyarbekirê, li kompayake mermerê derdikeve pêşberî me û bi qasî dengê xwe yê xweş, di warî işeyî de jî serkeftî ye.

Sitranbêj û muzîkjenê Kurd Mesût Ezgî, li vê kompanya ku li pişesaziya Diyarbekirê ye, wek rêvebirê kirîn û firotinê kar dike. Mesûd tîne ziman ku ew ji zarokatiya xwe ve hem jî kar kirinê, hem jî ji muzîkê hez dike û her tim ji bo ku di karên xwe de serkeftî be, hewlên xwe daye. Her çiqas bi vî karî re bilî be jî, Mesûd baldariya xwe ya ji bo muzîkê jî kêm nekiriye. Mesûd Ezgî tîne ziman ku ew ji kirina kar û xebatê hez dike û her tim bi karekî pişeyî re jî bilî bûye û her ku çi karî bike jî, bi hezkirin kiriye. Ezgî radigihîne ku pêwendiyên xwe bi muzîkê re jî tu car qut nekiriye û li ge karên xwe yên rojane muzîkjenî û sitranbêjî jî bi berdewamî kiriye.

Mûzîkjen Mesûd Ezgî ji K24ê re got: “Bi rastî wek kar ez di pişeya dermanan de teqrîben 20-25 sal xebitîm. Piştre ji bo vê derê gotin were, ew jî her wek pişeya te ye û bazar kirin û firotin e. karê min jî ev bû û ev 12-13 sal e jî li vir kar dikim. Bi karên hunerî re jî wek hobiyekî û bi rihekî amator hêj jî berdewam bilî dibim.” Mesud balê dikşîne ku gelek caran li ciyên ku serdan dike rastî, heyranên xwe jî tê û dema ku hezkiriyên muzîka xwe dibîne û pesindariyên wan dibihîze jî kêfxweş dibe. Mesûd radigihîne ku di karên hunerî de, îstîqrar zû biz û nîn e, loma jî divê mirov bi awayekî ser bîxwe û bi dile xwe; bi karên hunerî re bilî bibe”.

Mesûd Ezgî, ew sitranên wî yên ku ji aliyê heskiriyên muzîkê ve herî zêde hatine gohdarî kirin, li ser bircên keleya Amedê, dubare distirê û radigihîne ku piştî 12 saliya wî dayîk û bavê wî jê re tembûr sitendine û ji wê deme vir ve her bi muzîkê re maye û dê heta dawî jî ji hestan awazan vebibêje.

Mesûd Ezgî dibêje: “Bi rastî çîroka min wek kalsîk dibêjin, ez zarok bûm, 11-12 saî bûm; min wê deme jî kar dikir, ez dixebitîm û pêkve min sitran digotin. Rojek dayika min ji bavê min ra got: ku bavê min xwedê rehma xwe lê bike rehmet kir, dengê vîya xweş e û çûn j imin ra tembûrekî sitendin. Mine w roj tembûr hembêz kir û ev 40 sal e berneda.”

Mesûd Ezgî, rojane karê xwe yê pişeyî didomîne û dema ku konser bide an jî bernameyeke muzîkê çê bibe jî bi muzîk û muzîkjenî ra bilî dibe. Mesûd Ezgî balê dikşîne ku ji ber çanda Kurdî çandedke qadîm û têrtije ye, tama muzîka Kurdî jî cure reng û têrxweş e û ew jî ji dil û can û bi kêf û coş bi sitranên Kurdî hestên xwe vedibêje.