Erebistana Siûdî seferên firokeyî yên navneteweyî rawestandin

Erebistana Siûdî bi egera metirsiya belavbûna Vayrosa Korona (Covid-19) hemû seferên firokeyî yên navneteweyî, heta du hefteyan rawestandin

K24 – Navenda Nûçeyan

Erebistana Siûdî bi egera metirsiya belavbûna Vayrosa Korona (Covid-19) hemû seferên firokeyî yên navneteweyî, heta du hefteyan rawestandin.

Ligor Ajansa fermî ya Erebistana Siûdî SPA, Wezareta Navxweyî ya Erebistana Siûdî biryar da ye, jib o parastina tendirustiya hevwelatiyên xwe ji metirsiya vayrosa Korona, ji 15ê Adarê demj. 11:00 ên nîvro ve, ji derveyî seferên taybet, hemû seferên din ên firokeyî yên navneteweyî, heta du hefteyan  rawestandin.

Herweha hate ragihandin, ku Vayrosa Korona li 117 welatan xwe belav kiriye û biryara Wezareta Navxweyî ji bo parastina tendirustiya hevwelatiyan hatiye girtin

 

 

 

C.B