Xenî Mîrzo: Karê ku hukimeta Kurdistanê hemberî Korona kirî, cihê serbilindiya Kurd e

Mûzîkjenê cîhanî yê Kurd, ku li ispanya/Katalonya dijî Xenî Mîrzo, ji Barcelona bo K24 diyarkir, ku Rêgiriyên li herêma Kurdistanê hemberî Vayrosa Korona hatine girtin, cihê şanazî û serbilindiya Kurd e

K24 – Navenda Nûçeyan

Mûzîkjenê cîhanî yê Kurd, ku li ispanya/Katalonya dijî Xenî Mîrzo, ji Barcelona bo K24 diyarkir, ku Rêgiriyên li herêma Kurdistanê hemberî Vayrosa Korona hatine girtin, cihê şanazî û serbilindiya Kurd e, ku van rênimayan pêî li belavbûna Vayrosa Korona girtin e. Rewşa Ispanya jî, metirsîdar binav kir…

Xenî Mîrzo anî ziman, ku: “Vayrosa Korona bi awayek berfereh li Ispanya belav bû ye, zêdetirî 12 hezar kesan tûşî Vayrosa Korona bûn e. Li Katalonya jî, hejmar nêzîkî 1 800 kesan e. Zêdeyî 500 mirovan jiyana xwe jidest dan e, ku zêdetirî nîv ji wan li Madrîd in. Li herêma Katalonya jî, 41 kesan jiyana xwe jidest dan e. Vê rewşê metirsiyek mezin peyda kiriye û ev çend roj in xelk li malên xwe ne”.

Mûzîkjenê cîhanî yê Kurd diyarkir, ku: “Rewşa li Kurdistanê ji nêzîk ve dişopîn e. Rênimayên li Kurdistanê, ku hatine girtin a ber, pêşî li belavbûnê girtin e. Karê, ku hukimeta herêma Kurdistanê pîroz û cihê serbilindiyê ye”.