Korona rewşa Italya gelek aloz kiriye

Li Italya di 24 demjimêrên borî de, 627 kesan canê xwe jidest dan e

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Italya di 24 demjimêrên borî de, 627 kesan canê xwe jidest dan e.

Wezareta Tendirustiya Îtalya ragihand, heta niha jî,  4 hezar û 32 kes li Îtalya bi Vayrosê Korona canê xwe jidest dan e.

Rewşa Îtalya gelek xirab e û roj li pey rojê ew Vayros zêdetir bilav dibe. Îtalya bû ye,  senterê belavbûna Korona.

Bi giştî li Îtalya 47 hezar û 21 kes tûşî Korona bûn e.

Herweha dîmenên nexweşxaneyên Îtalya bûn e serdêrên nûçeyên cîhanê. Zêdebûna hejmara tûşbûyên Korona û nebûna qeryoleyan, tîm û pêdiviyên pizîşkî rewşê aloztir dike. Tevî ku hejmara xelkê Çînê 20 caran ji xelkê Îtalya zêdetir e, lê hejmara kesên ku li Îtalya canê xwe jidest dan e, ji hejmara yên Çînê zêdetir bû.

 

 

 

C.B