Zara Paşa di Newrozê de bi straneke Kurdî belav dike
K24 – Navenda Nûçeyan
Hunermenda Kurd a Rûsyayê Zara Paşa Mihoyî bi boneya cejna Newrozê straneke Kurdî “Ez Kevok im” li tora “Instagram” belav kir û bi zimanê Rûsî jî peyameke pîrozbahiyê belav kir û li dawiyê jî bi zimanê Kurdî nivîs: Newroz pîroz be.
Zara Paşa Mehoyî yek ji hunermendên herî navdar ên Rûsya û cîhanê ye û xwedî bêhtir ji 11 albuman e û di bi sedan konsertên hunerî li seranserî cîhanê de beşdar bûye.
Zara bêhtir ji 10 zimanan stranan dibêje û li ser seranserî cîhanê gelek hezkiriyên wê hene. Li ser dika şanoyên navdewletî jî bi şanazî dibêje: “Ez Kurd im”.
Zara ji ber karê xêrxwazî û mirovî di meha Berçileya 2016an de ji aliyê rêxistina UNESCO wek Balyoza Aştiyê hat naskirin. Herwiha ji ber karê xwe yê hunerî ve jî di marasîmekê de li Koşka Kremlinê ji aliyê Serokê Rûsyayê Vladimir Putin ve nasnav û xelata Hunermenda Dilsoz a Rûsyaya Federalî pê hat beşandin.
Zara ku çendîn stranên Kurdî belav kirine, xweşhal e ku Kurdistan24 girîngiyê dide berhem û çalakiyên wê û wek yekem medyaya Kurdî raport li ser wê amade kir û beşek ji kar û çalakiyên wê yên hunerî belav dike.