Korona bandorek neyênî li turizm a Tirkiye dike

Gelek karmendên di navendên geştyarî li Tirkiye ji kar hatine dûrxistin an jî, hatiye xwestin ku dest ji kar berdin, heta rewş baştir bibe, bêyî ku mûçe werbigirin

K24 – Navenda Nûçeyan

Vayrosa Korona li Tirkiye herî zêde bandora neyênî li kerta geştyarî (turizm) dike. Rawestandin a seferan bo 30 welatan li aliyekî, herweha reservasyon a bi hezarên jûrên otêlan jî hatine betalkirin.

Herweha navendên din ên geştyarî jî bandorek gelek neyênî dîtin e. Bi taybetî kahwexane, bar, diskotek, xwaringeh û navendên din ên geştyariyê li dever û bajarên geştyariyê. Jiber vê yekê jî, gelek ji wan navenda hatine girtin.

Gelek karmendên di navendên geştyarî li Tirkiye ji kar hatine dûrxistin an jî, hatiye xwestin ku dest ji kar berdin, heta rewş baştir bibe, bêyî ku mûçe werbigirin.

 

 

C.B