Qamişlo.. Daxwaza berçavgirtina malbatên hejar tê kirin

Qedexekirina çûnûhatinê li bajarên Rojavayê Kurdistanê berdewam e û hêzên ewlehiyê dibêjin ku ta asteke baş welatî pabendî biryarê dibin.
kurdistan24.net

K24 – Qamişlo

Qedexekirina çûnûhatinê li bajarên Rojavayê Kurdistanê berdewam e û hêzên ewlehiyê dibêjin ku ta asteke baş welatî pabendî biryarê dibin.

Li Rojavayê Kurdistanê qedexekirina çûnûhatina welatiyan hatiye ragihandin. Dergehên bajarê Qamişlo bi temamî li pêş tevgera welatiyan hatine girtin. Li kolanên nava bajêr bi tenê kesên ku dixwazin pêdiviyên rojane bi dest bixin têne dîtin û ta rêjeyeke baş welatî pabendî biryarê bûne.

Li gorî biryar qedexekirinê, kar bi tenê li nexweşxaneyan, ferne û herwiha firoşgehên mêwe û şînkayî dê berdewam bimîne. Hin welatî dibêjin ku ev biryar ji bo rûbirûbûna belavbûna vîrusa Korona di deverê de gaveke baş e, lê pêwîst e ku Rêveberiya Xweser rewşa malbatên hejar ber çav bigirin û bi taybetî eger qedexekirina tevgerê bo demeke dirêj dom bike.

Ta nuha tu kêseyên vayrosa Korona li Rojavayê Kurdistanê bi awayekî fermî ne hatiye tomarkirin , lê hin pijîşk eşkere dikin eger Korona di deverê de belav bibe , jiyana welatiyan dê di metirsiyeke mezin de be, nemaze ku rewşa tenduristî li deverê xirab e, loma bang li welatiyan dikin ku pabendî rêkarên xweparastinê bibin.