Dr. Ebdulxenî rêkarên xweparastina ji Korona şîrove dike

Pisporê nexweşiyên sîng Dr. Ebdilxenî Silêman tekeziyê li pabendbûna welatiyan bi rêkarên tenduristiyê dike.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Pisporê nexweşiyên sîng Dr. Ebdilxenî Silêman tekeziyê li pabendbûna welatiyan bi rêkarên tenduristiyê dike û dibêje, baştirîn rêgirî li belavbûna vîrusa Korona mana li malê ye.

Pisporê nexweşiyên sîng Dr. Ebdilxenî Silêman derbarê rêkarên tenduristiyê li Rojavayê Kurdisanê ji K24ê re ragihand, heta niha ti pêketina bi vîrusa Korona li Rojavayê Kurdistanê ji aliyê Rêveberiya Xweser ve nehatine ragihandin, yek ji sedema wê jî pabendbûna welatiyan bi rêkarên tenduristî ne û hêvîdar in pabendbûna welatiyan berdewam bike.

Dr. Ebdulxenî got: Niha em tekeziyê li ser deriyên sînorî dikin ku zêdetir agahdar bin û rêkaran bi awayekî baş bicih bikin, ta vîrusa Korona derbasî herêmên me nebe.

Dr. Ebdulxenî tekezî li ser pabendbûna welatiyan bi rêkarên tenduristiyê kir û got, divê her kesek bixwe di malê de xwe bi kerentînê, herwiha dive welatî çûnûhatinê û serdana cihên qerebalix nekin.

Herwiha Dr. Ebdulxenî got, divê welatî zû bi zû destên xwe bi sabûnê bişon, divê fêkî û sebze jî berî xwarinê bêne pakirin û şuştin. Herwiha divê mirov haje xwarina xwe hebe û di vê demê de bêhir xwarinên vitamin C tê de hene bixwin û li malê jî werzişê jî bike.

Dr. Ebdulxenî amaje bi girîngiya aliyê derûnî yê mirov kir û got, rast e divê mirov haje xwe hebe û pabendî rêkarên tenduristiyê bibe, lê divê zêdetir xwe netirsîne, ji ber ku tirsa zêde bandorê li derûnî û bergiriyên cesteyî ya mirov dikin.

 

S. B