Nûçeya dilxweş ji Italya: Hejmara pêketiyên Korona kêm dibe

Serokê Desteya Bilind a Tendirustiyê ya Italya Silvio Brusaferro diyarkir, hate eşkere kirin, ku di hejmara tûşbûyên bi Vayrosa Korona de, ku ev 6 hefteyan e bi awayek berfereh li Italya belav dibû, kêmbûn xuya dike

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Desteya Bilind a Tendirustiyê ya Italya Silvio Brusaferro diyarkir, hate eşkere kirin, ku di hejmara tûşbûyên bi Vayrosa Korona de, ku ev 6 hefteyan e bi awayek berfereh li Italya belav dibû, kêmbûn xuya dike.

Italya yek ji wan welatan e, ku di tevayiya cîhanê de herî zêde bandorek neyênî ji belavbûna Vayrosa Korona dît. Dinav şeş hefteyan de 13 hezar û 915 kesan jiyana xwe jidest da. Italya wekî welat kete karantina de, herweha hejmarek gelek zûdê tûşî Korona bûn.

Silvio Brusaferro got, ku Korona bi awayek berfereh xwe li tevayiya Italya belav kiribû û nexweşên jiyana xwe jidest dayî, bi giştî kesên temenê wan zêdeyî 60 saliyan û ji sedî 30 jî, jin bûn e.

 

 

 

C.B