Mesûd Hamid: Yekîtiya Ewrûpa di têkoşîna dijî Covid -19 de, dê zêdetir hevkar be

Rojnamevan Mesûd Hamid, niştecîhê Lyon a Fransa ji K24 re destnîşan kir, ku rewşa cografî ya Fransa, ku di naverasta Ewrûpa de ye, weha kir ku Vayrosa Korona berfereh belav bibe, lê rênimayên Fransa jî baş bûn e

K24 – Navenda Nûçeyan
Vayrosa Korona li Ewrûpa bi awayek metirsîdar û berfereh belav dibe. Fransa yek ji wan welatan ê ku herî zêde tûşbûyî û miriyên ji Vayrosa Korona Covid -19 hene ye.
Rojnamevan Mesûd Hamid, niştecîhê Lyon a Fransa ji K24 re destnîşan kir, ku rewşa cografî ya Fransa, ku di naverasta Ewrûpa de ye, weha kir ku Vayrosa Korona berfereh belav bibe, lê rênimayên Fransa jî baş bûn e.
Ligor Mesûd Hamid: “Rênimayên rêgiriya Korona li Fransa niha encamên xwe yên erênî didin. Li bajarên herî mezin, wekî nimûne Paris kolan vala ne û xelk di wê berpirsiyariyê de ne, ku li malên xwe bimîn in. Xwe, derdora xwe û welatê xwe biparêzin”.
Rojnamevan Mesûd Hamid anî ziman, ku: “Hejmara kesên cane xwe jidest dayî, dîsa jî hejmarek mezin e. Her xebat tê kirin, ku ev hejmar bê kêmkirin. Serokomarê Fransa daxwaz ji xelkê Fransa kir, ku xelk pabendî rênimayan bibin. Herweha Yekîtiya Ewrûpa di rê de ne, ku hevkarî û alîkariya hevûdu derxin pêş û têkoşîna Vayrosa Korona Covid -19 bikin”.