Bakurê Kurdistanê: Li Semsûre gundek hat karantîna kirin

Li Semsûrê gundê Kemeredînê, piştî ku encamên pişkînînên du hevjînan pozîtîf derket, biryara karantîna kirina gundî hat dayîn

K24 – Navenda Nûçeyan

Li bakurê Kurdistanê bajarê Semsûre gundek hat karantînakirin.

Li Semsûrê gundê Kemeredînê, piştî ku encamên pişkînînên du hevjînan pozîtîf derket, biryara karantîna kirina gundî hat dayîn.

Li gor agahiyan,  du hevjînên jor pêncî salan ku li gundê Keremedînê dimîn in, bi giliyên tayê bilind çûn nexweşxaneyê. Di pişkinînê de encamên herduyan jî pozîtîf derket.

Bi biryara parêzgar û Desteya Saxlemiya Bajêr, gundê Keremedînê bo heyama 14 rojan hat karantînakirin.

Li gor agahiyan, li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê heta niha, di çarçoveya rêkarên koronayê de bi sedan gund hatine karantîna kirin.

 

 

 

C.B