Bakurê Kurdistanê: 4 gund hatin karantina kirin
K24 – Navenda Nûçeyan
Li Bakurê Kurdistanê bajarên Mûş, Sêwas, Mêrdîn û Bidlîsê çar gund hatin karantînakirin.
Bi biryarên parêzgaren Mûş, Sêwas, Mêrdîn û Bidlisê, çar gund hatin karantînakirin. Her weha bi biryar a Desteya Tendirustiyê, li Êlihê jî, du balexane hatin karantînakirin.
Li navçeya Sara ya Wanê, kesekî ku ji Umreyê vegeriya bû, bi Vayrosa Korona canê xwe jidest da û piştî vê li Wanê du gund hatibûn karantînakirin.
Duhî jî, li Erzirom, Dîlok û Mereşê bi giştî 10 gund hatibûn karantînekirin.
Wezîrê Navxweyî yê Tirkiyê duhî dabû xuyakirin, li 168 deverên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, bi giştî 260 hezar kes hatine karantînekirin.
C.B