Qedexe û buhabûn li ser milê welatiyan bûye giranî

Welatiyên bajarê Hesekê gazinan ji buhabûna nirxê keresteyan dikin.
kurdistan24.net

K24 – Heseke  

Welatiyên bajarê Hesekê gazinan ji buhabûna nirxê keresteyan dikin û dibêjin ku bazirganên deverê di ber buhabûnê de berpirs in. Rêveberiya Xweser ji aliyê xwe ve komîteyek ji bo çavdêriya nirxê keresteyan li bazara ava kiriye, lê welatî dibêjin ku tevî wiha jî nirx nehatine guhertin.

Di gel berdewamiya biryara qedexeya çûnûhatinê li bajarên Rojavayê Kurdistanê de, gazinên welatiyan derbarê buhaya keresteyan zêde dibin û bi taybetî li bajarê Hesekê ku li kolanên wê nerazîbûna welatiyan diyar e.

Ji ber zêdebûna nirxan, bidestxistina pêdiviyên rojane bûye bar li ser milê welatiyan bi taybetî li ser milê karkeran ku ji destpêka pêkanîna biryara qedexeyê, gelek cureyên mêwe û şînkayî derbasî malên wan nebûne.

Ji bo çavdêriya nirxê pêdviyan li bazaran, komîteyek ji aliyê Desteya Temwînê ve hata avakirin û rojane gerên vê kmîteyê dinava bazaran de heye. Rêveberiya Desteya Temwînê li Cizîrê dide zanîn ku lîsteyek bi nirxê keresteyan li bazirganan hatiye belav kirine û kesê ku pabendî wê nebe tê sizakirin.

Tevî ku lîsteyek bi nirxê keresteyan ji aliyê Desteya Temwînê ve hatiye dayîn, lê buhaya piraniya pêdiviyan kêm nebûye. Hin bazirgan buhabûna kelupelan bi nirxê Lîreya Sûrî beramerî Dolarê Amêrîkî girê didin, welatî dibêjin ku bûhabûn di destê bazrganan de ye û pêwîst e aliyên berpirs, pirsgirêkê çareser bikin.