Dr. Beşîr Hedad: Artêşa Iraqê bi serê xwe, nikare navçeyên Kurdistanî biparêze
K24 – Navenda Nûçeyan
Cîgirê Serokê Parlementoya Iraqê Beşîr Hedad tekeziyê liser pêwîstiya bicîkirina hêzek hevbeş a Pêşmerge û artêşa Iraqê li navçeyên Kurdistanî dike û dibêje, hêzên Iraqê bi tenê, nikarin kontrola wan navçeyan bikin.
Di ragihandinekê de derbarê kiryarên xwekuji yên îro li Kerkûkê, Beşîr Hedad amaje bi wê yekê dike, zêdebûn a kiryarên terorî yên çekdarên DAIŞê li navçeyên Kurdistanî yên derveyi îdareya herêma Kurdistanê bi giştî, li bajarê Kerkûkê û dewrûbera wê bi taybetî, wê rastiyê disepîn e, ku hêzên Iraqê bi tenê, nikarin kontrola wan navçeyan bikin û runiştvanên wan biparêz in.
Cîgirê Serokê Parlamentoya Iraqê balkişandiye ser wê yekê jî, ku danustandinên di navbeyna Hewlêr û Bexdayê de, ji bo bicîkirina hêzek hevbeş ji hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê li navçeyên derveyi îdareya herêma Kurdistanê, qonaxek baş derbas kiriye û pêwîst e, ew danustandin ji nû ve destpê bikin û hêzek hevbeş li wan navçeyan ji bo parastina war û malên welatiyan were bicîkirin.
C.B