Qedexeya hatinûçûnê li Kurdistanê heta 10ê Gulanê hat dirêjkirin

Wezareta Navxweyî ya Hikûmeta herêma Kurdistanê daxuyaniyek belav kir û tê de amaje bi wê yekê kir, qedexeya hatinûçûnê bi sedem a berdewamiya metirsiyên Vayrosa Korona ji sibe ve, heta 10ê vê mehê tê dirêj kirin

K24 – Navenda Nûçeyan

Qedexeya hatinûçûnê hat dirêj kirin.

Wezareta Navxweyî ya Hikûmeta herêma Kurdistanê daxuyaniyek belav kir û tê de amaje bi wê yekê kir, qedexeya hatinûçûnê bi sedem a berdewamiya metirsiyên Vayrosa Korona ji sibe ve, heta 10ê vê mehê tê dirêj kirin.

Ligor daxuyaniya Wezareta Navxweyî, yane, holên şevan, yaneyên meyvexwarinê, kafeterya, nergîlexane, melevangeh, germav, senterên laş ciwaniyê, yarîgehên werzişî yên taxan, holên werzişê, holên şahî û dawetan, holên helkeftên olî û civakî, senterên masajê, gazîno û rêsturant bi girtî tên hiştin.

Derbarê mizgeftan jî, Wezareta Navxweyî dibêje, bi şêwr digel Wezîrê Ewqaf û Tendirustî, Yekîtiya Zanayan û parêzgeh û îdareyên serbixwe, biryar dan e, mizgeft bi girtî bimîn in.

Herweha ji 7ê êvarê heta 12ê şevê, qedexeya hatinûçûnê li seranserî herêma Kurdistanê tê bicîh kirin.

 

 

 

C.B