Herî zêde Kurd ji rewşa jiyana xwe ne razî ne

Di nav bajarên li Tirkiyeyê de herî zêde şêniyên bajarên Kurd ji rewşa jiyana xwe nerazî ne.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Saziya Îstatîkan ya Tirkiyê TUÎK, rapora 2019'an ya ku welatî çiqas ji jiyana xwe razîne ragihand. Li gor 2018'an nerazîbûna ji rewşa xwe zêde bûye û zêdetir jî welatiyên li bakûrê Kurdistanê, ji jiyana xwe razî nîn in. Civaknas û lêkolîner encamên raporê ji bo Kurdistan24 nirxandin.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, her diçe welatî zêdetir ji rewşa jiyana xwe nerazî dibin. Di encama lêkolîna ku li hemû bajarên Tirkiyeyê hatiye kirin de, li gor nufûsê herî zêde nerazîbûn bi %24.75 li bajarê Diyarbekirê ye. Di nav 15 bajarên ku nerazîbûn lê herî zede ne jî bajarên bakûr cîh digrin.

Civaknas Şexmus Sefer balê dikşîne ku Kurd, ji aliyê siyasî,aborî û bi wan ve girêdayî di warê jiyana civakî de, ji rewşa jiyana xwe razî nîn in û di raporê de jî, herî zêde nerazîbûn ku li bajarên Kurda ye jî encama wan rastiya ye.

Civaknas Şexmus Sefer ji K24ê re got: "Ji wir mirov dikare bighije van encaman ku bajarên Kurdan sedemên xwe yên civakî, siyasî,  aborî û çandî hene ku ne bextewar in. Vê rewşê jî bê guman mirov nikare ku ji meseleya dagirkeriyê cuda bifikire û binirxîne. Divê mirov pirsa xwe bi vî rengî bike ku ji bo çi Kurd divê bextewarbin? Yanî îro Kurdek li Amedê yanî wek mînaq ez ne bextewar im. Sedemeke ji rêzê ezê bibêjim: dema diçim kîjan dikanê bi Kurdî dipeyîvim, gişt ji wan bi tîrkî bersiv didin û dibêjim bi Kurdî nizanim. Ew hinek sucê wan e, lê bi temamî ne sûcê wan  ji berk u hatine pişaftin."

Li bajarê wek  Diyarbekirê %24.75, Dersîmê %24.2, Rihayê %21.04 Mêrdîn %18.38 û li Wanê %14.4 welatî ji rewşa jiyana xwe nerazîne.

Rêvebirê Saziya Lêkolînê RAWESTê Rojesîr Gîrasûn jî, tîne ziman ku jixwe di lêkolînan de, bajarên ku di warên aborî de qels in û herî zêde pirsgirêkên aborî dikşînin jî bajarên Kurda ne. Lê sedema nerazîbûna welatiyan ne tenê pirsgirêkên aborî ne.

Rêvebirê Rawestê Rojesîr Gîrasûn dibêje: "17 bajarên Kurdan, bajarên ku herî kêm xwedî duhatiyê ne di nav bajarên Tirkiyeyê de. Yanî bajarên Kurdan jixwe bajarên herî fekîr in. Hem ji aliyê aborî ve, hem jî aliyê siyasî ve pirsgirêk ji ber nayên çareser kirin, bandorên rudanan jî ji aliyê derûnî û civakî ve zedetir bandor dikin."

Civaknas û lêkolîner radigihînin ku ji ber Kurd ji mafên xwe yên neteweyî bêparin, ji pirsgirêkên aborî,derûnî û civakî jî zêdetir bandor dibînin û di raporên lêkolînan de jî bi daneyan şênber dibin.