Welatiyê Dêrikê ji buhabûna li bazaran ne razî ne

Welatiyên bajarê Dêrikê gazinan ji nirxê keresteyan dikin û dibêjin ku bazirganên deverê di ber buhabûnê de berpirs in û çavdêriya temwînê li bazaran tune ye.
kurdistan24.net

K24 – Qamişlo

Welatiyên bajarê Dêrikê gazinan ji nirxê keresteyan dikin û dibêjin ku bazirganên deverê di ber buhabûnê de berpirs in û çavdêriya temwînê li bazaran tune ye.

Li Dêrikê, welatiyan derbarê nirxê mêwe, şînkayî herwiha goşt de ne razî ne, ku piştî ragihandina qedexeya çûnûhatinê, buhaya hemû keresteyan bi awayekî berçav zêde bûne.

Ji ber zêdebûna nirxan, bidestxistina pêdiviyên rojane bûye bar li ser milê welatiyan, bi taybetî li ser milê karker û fermanberan, ku ji destpêka ragihandina biryara qedexeyê, gelek cureyên mêwe û şînkayîyê derbasî malên wan nebûne.

Di dema ku welatî dibêjin ku buhabûn di destê bazrganan de ye, hin firoşker buhabûna kelûpelan bi nirxê Lîreya Sûrî li hember Dolarê Amerîkî ve girê didin.

Firoşgerên goşt ji aliyê xwe ve didin zanîn, ji ber ku ajal ji bo derveyî Rojava têne firotin, hejmara wan kêmbûye û bûye sedema ku nirxê wan girantir bibe.

Tevî ku Rêveberiya Xweser ji bo çavdêriya nirxan li bazaran, komîteyek taybet ava kirye û rojane bi gerên çavdêriyê di nava bazaran de radibe, lê welatiyên Dêrikê gazinan dikin û dibêjin ku bazar bê çavdêrî ye û pêwîst e ku sînorek ji vê buhabûnê re were danîn.