Di dema Korona de jin û zarok bêhtir rastî tundiyan tên

Baroya Diyarbekirê, raporekî li ser tundî û dest dirêjiyên li ser zarokan belav kir.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Baroya Diyarbekirê, raporekî li ser tundî û dest dirêjiyên li ser zarokan belav kir. li gor wê raporê, di nav 4 mehên destpêka 2020'an de, li Diyarbekirê 179 zarok bi destdirêjî re rûbirû mane. Hiqûqnas û parêzer tînin ziman ku ji ber, bergiriyên parastina jin û zarokan ji destdirêjî û tundiyan nehatine girtin, hêjmar gelek zêdetir in û demilest daxwaziya projeyên bergiriyê dikin.

Di serdema bergiriyên şovaya Corona covît 19 de, destdirêjî û tundiyên li ser jin û zarokan, bi raporan tên ragihandin. Baro ya Diyarbekirê jî raporekî belav kir û hat ragihandin ku di serdema bergiriyên şovayê de jî destirêjî û tundî berdewam kirine û zêde bûne. Hiqûqnas bi mixabinî tînin ziman ku ev daneyên bidest xistine tenê kesên ku ew gihiştinê ne û pêşbînî dikin ku buyer gelek zêdetir in.

Parêzer û rêvebirê Baroya Diyarbekirê Muhamed Emîn Çoban ku di lêkolîna raporê de cîh girtiye tîne ziman ku ew jî piştgitiya bergiriyên şovaya covît19 dikin. Lê divê ji bo parastina jin û zarokan; ji dest dirêjî û tundiyan jî projeyên hevkar yên civakî  bihatina birêxistin, lê tu tevdîrekî nehatiye girtin. Loma jî buyerên wiha di van serdeman de zêdetir dibin.

Parêzer Mihamed Emîn Çoban ji K24ê re got: "Zêdetir destdirêjî ji aliyê nasên zarokan ve pêktên û di serdema ku ji ber bergiriyên şovaya covît19, zarok li malan dimînin de em dibînin ku dest dirêjî jî pêk hatine. Ji bo parastina jin û zarokan zagon û peymanên ku li Tirkiyeyê hene baş in, lê divê ew zagon û tevdîr bi hevkariya saziyên fermî û civakî li jiyanê bên bikarnaîn.  Lê mixabin em dibînin ku tu tevdîr nehatine girtin. Hêjmara kesên ku bi tundî û destdirjiyê ra rûbirû  mane, ji van daneyan gelek zêdetir in, lê ji ber tevdîr nîn in nehênî dimînin."

Li gor daneyên ku di lêkolînan de hatibûn bidest xistin, tundiyên li ser jinan jî ji 2 qatî zêdetir bûbû. Tenê di meha Nîsanê de li Tirkiyeyê 34 jin bi destên mêran hatine kuştin.

Parêzer û Rêvebira Komisyona Mafên Zarokan ya Baro ya Diyarbekirê Gazal Bayram jî balê dikşîne ku zarok û jinên ku bi tundiyan ra rûbirû dimînin nikarin xwe bigihînin bergiriyan û ev jî tê wê wateyê ku rewş gelek xirabtir e. Bayram demildest daxwaza bergiriyên parastina jin û zarokan ji tundî û destdirêjiyan dike.

Parêzer Gazal Bayram dibêje: "Divê dema bergiriyên şovaya covît19 hatin girtin, ji bo parastina jin û zarokan jî bergirî bihatina girtin. Di salên 2014 û 2016'an de ku li Efrîqayê şovaya Ebolayê hebû aşkerebûbû ku destdirêjî û tundiyên li ser jin û  zarokan 2 qat bûbûn.  Em wek Baro bergiriyên şovayê rast dibînin, lê demildest daxwaz dikin ku li gor zagonên navxweyî û peymanên navdewletî ji bo parastina zarok û jinan jî bergirî bên girtin."

Rêvebirên Baroya Diyarbekirê, tînin zîman ku ji bo bergiriyên destdirêjî û tundiyên li ser jin û zarokan divê proje û xebatên hevpar û hevbeş yên civakî bên meşandin da ku pêşî li wan buyerên rûreşiyê zêdetir bên girtin.