Li hin bajarên Bakurê Kurdistanê hîn jî berf dibare

Îro 10ê Gulanê ye, li hin bajarên Bakurê Kurdistanê hîn jî berf dibare.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Îro 10ê Gulanê ye, li hin bajarên Bakurê Kurdistanê hîn jî berf dibare.

Li gelek deverên Kurdistanê pileya germê gelek bilind bûye,  gelek mêwe jî pêgihîştine û dema çînînê jî nêzîk bûye, lê Li bajarê Edrexan û bajarokê Golê, hîn jî berf dibare.

Berfa ku vê sibê li Erdexanê bariye, li gelek bajarên Kurdistanê zivistanê jî nabare.

Li Erdexanê Barîna berfê ku êvarê destpê kiribû, bi  demjimêran barî û heta serê sibê jî berdewam kir û navenda bajêr ji berfê spî bû.

Welatî dibêjin, îsal zivistanê berf kêm barî û niha bi barîna berfê şaş mane.

 

 

S. B