Tirkiye: Li Stenbolê zêdeyî 2,6 milyon kesan daxwaza alîkariyê kirin e

Piştî lêkolînê eşkere jî bû ye, ku ji %52.9 malbat ne xwedî ewleyiya aborî ne û ji %43 malbat, mûçeyek ewle nîn e

K24 – Navenda Nûçeyan

Ligor rojnameya Sozcu, li mezintirîn bajarê Tirkiye Stenbolê, 682 hezar 697 kesan, bi daxwaza alîkariyê, serî li malpera internetê ya alîkariyê ya Şaredariya Stenbolê xistin e. Ev yek tê wateya 1 ji 7 malbatan li Stenbolê. Ji malbatê tenê yek kes dikare serî li alîkariyê bixe, ligor hejmarê kesên ku dikevin çarçoveya, ku daxwaza alîkariyê kirin e, wekî malbat hejmar: nêzîkî 683 hezar malbat, wekî kes jî: zêdetirî 2 milyon û 600 hezar kesan e.

Herweha ev yek tê wateya, ku ji %12.7 pêwîstî bi alîkariyê heye. Piştî lêkolînê eşkere jî bû ye, ku ji %52.9 malbat ne xwedî ewleyiya aborî ne û ji %43 malbat, mûçeyek ewle nîn e.

 

 

 

C.B