Korona bandoreke mezin li ser aboriya cîhanê kiriye

Pispor: Şerê bazirganî di navbera Amerîka, Çîn û Ewropa de gur dibe.
kurdistan24.net

K24 – Enqere

Veyrosa koronayê ya ku li seranserê cîhanê jiyana rojane têk biriye û zirarek mezin gihandiye tendûristiya welatiyan, bandoreke mezin li ser aboriya cîhanê jî kiriye. Li gorî rêxistinên navdewletî dibe ku bi qasî 8 trîlyon dolar zirarek bigehêje aboriya cîhanê. Bi boçûna pisporên Tirkiyê şereke nû yê bazirganiya kûrewî gurtir dibe.Li gorî hin aborînasan jî bazarên nû yên bazirganya navdewletî Tirkiye û Kurdistan e.

Bandora Veyrosa koronyê ya li ser aboriya cîhanê her ku diçe rê li ber zirarên mezin vedike. Li gori Banqeya Pêşketinê ya Asyayê ger li sernaserî cîhanê bergiriyên ji bo veyrosa koronayê heta du heyvên din bê dirêjikirin ev yek dê bi qasî 8.8 trilyon dolar zirarê bide aboriya kurewî. Li gorî banqeya navendî ya Amerîkayê jî aboriya Amerîkayê dê ji sedî 30 lawaz bibe. li gel vê yekê li gorî navenda amaran ya Elmanyayê li nava welatên ewropayê de aboriya herî bihêz ya Elmanyayê jî piştî 11 salan ji sedî 2.2 lawazbûnek dê xwe bide der.

Ev hemû geşedan di nava pisporên aboriyê de weke ku şereke nû yê bazirganiya cîhanê li ber derî ye tê nirxandin. Li gorî Oguzhan Akyener ev şerê kurewî çend meh berî niha dest pê kiriye û di navbera Çîn, Amerîka û Welatên Ewropayê de gûr dibe.

Aborînas Oguzhan Akyener ji K24ê re got: Di warê aborî de hevsengiyên kurewî temamî têk çûne. Piştî ku veyrosa korona li Çînê belavbû jixwe şerê bazirganî dest pê kiribû û Çîn û Amerîkayê rêkeftinên asayîbûna bazirganî têk biribûn. Niha şerekî psîkolojîn navbera Çîn û Amerîkayê de heye. Rûsya jî ji ber daketina nirxê neftê di lêgerîna bazarên nû de ye. Welatên ewropayê jî li pey para xwe ne. Hêzên Kûrewî dê rojên bê de zêde zêde bên beramberî hev.

Bi boçûna aborînas Dr.Merve Ulusoy jî li sernaserê cîhanê bi milyonan kes bêkar mane û baweriya ji bo Çînê nemaye. Ji ber vê çendê dê şerê bazirganû gurtir bibe û welatên ku dijî veyrosê serkeftî bûne dê bibin bazarên nû yên bo bazirganiya navdewletî.

Dr.Merve Ulusoy dibêje: Ji ber vê qeyrana heyî Li Amerîkayê 33 milyon kes bêkar mane. Ev veyros li Çînê belav bû hemû cîhanê loma baweriya bi Çînê nemaye û hemû welat karên xwe yên Çînê bidawî dikin. Amerîka dê berê xwe bide bazarên nû û kompanyayên xwe ji welatên Rojhilatê Dûr û Ewropayê vekêşe. Ev yek jî dê şerê bazirganî yê kurewî aloz bike. Welatên ku dijî veyrosê serkeftî bûne dê bibin bazarên nû yên bo bazirganiya navdewletî. Tirkiye û Herêma Rêveberiya Kurdistanê yek ji wan bazarên nû ne.

Li gorî daneyên ku di raporta daîreya karên aborî û ciwakî ya Neteweyên yekbûyî jî îsal di aboriya Amerîkayê de ji sedî 5 di ya Japonyayê ji sedî 4.8 ya welatên Yekitiya Ewropayê de jî ji sedî 5.5 lawazbûnek dê xwe bide der. Gorî heman raportê aboriya Brîtanyayê ku ji YEê cuda bûye ji sedî 5.4 ya Rûsyayê ji sedî 4.3 û aboriya Çînê jî ku nevanda destpêka veyrosa koronayê bû ji sedî 2 lawazbûnek dê xwe bide der.