Legleg ji ber çemê Nîlê têne ber çemê Dîcleyê

Legleg bi rêwîtiyeke 6 hezar k.m ji Efrîqa tên Bakurê Kurdistanê.
kurdistan24.net

K24 – Diyarbekir

Îsal jî bi hezaran Leglegên ku ji parzemîna Efrîqayê ango li derdora Çemê Nîlê koçî Derdora Çemê Dîcleyê dikin li nêzîkî Diyarbekirê li ser stûnên elektrîkê hêlînên xwe çêdikin.  Li gorî ragihandina mamosteyê Zanîngeha Dîcleyê Prof.Dr. Ahmet Kiliç, ji ber Vîrûsa Coronayê îsal mirovan wekî salên berê mûdaxaleyî xwezayê nekirine û di xwezayê de hejmara ajalên zindî zêdetir in. Ahmet Kiliç dibêje; ji ber başbûnê zincîra xwarinê legleg dikarin zêdetir ferxikan xwedî bikin.

Bi hezaran legleg di dawiya Sibat û serê meha Adarê de ji derdora Çemê Nîlê koçî derdora Çemê Dîcleyê dikin. Ev legleg piştî rêwîtiyeke 6 hezar kîlometreyan digihin hêlînên xwe yên li nêzîkî gundê bi navê Yuvacik yê ser Çinar a Diyarbekirê ve. Legleg li vê herêmê li ser stûnên elektrîkê hêlînên xwe çêdikin û bi xwirekên li derdora Çemê Dîcleyê ferxikên xwe xwedî dikin.

Mamosteyê Beşa Bîyolojiyê yê Fakulteya Fenê ya Zanîngeha Dîcleyê Prof. Dr. Ahmet Kiliç, ji 18 salan zêdetir e ku leglegan dişopîne û derbarê wan de agahiyan berhev dike. Li gorî ku Profesor Ahmet Kiliç dibêje; herêma Diyarbekirê warê leglegan yê qedîm e û wan ji beriya 25 hezar sal ji vê herêmê koçî parzemîna Efrîqayê kirine.

Dr. Ahmet Kiliç ji K24ê re got: "Herêma me warê leglegan ê qedîm e û ji beriya 20-25 hezar salan jî li vir bûne. Legleg ji bo ku zêde bibin vedigerin warê xwe yê ku lê hatibûn dinê. Lê zivistanan dîsa vedigerin derdora Çemê Nîlê. Em li gorî kêmbûn an jî zêdebûna leglegan guherînên xwezayî  jî dişopînin. Heger xweza baş be hejmara leglegan jî zêdetir dibe."

Legleg goştxwer in ango ji bilî goşt tişetekî din naxwin. Li derdora Çemê Dîcleyê jî ajalên piçûk zêde hene û leglag bi van ajalan dikarin heta 5 ferxikan jî xwedî bikin. Ferxikên leglegan ji serê Gulanê û pê de ji qalikên xwe derdikevin û nêzî 3 mehan di hêlînê de tên xwedîkirin. Hin hêlînên leglekan ji 40 salan zêdetir in ku li cihê xwe ne û şêniyên gundewarên herêmê jî pêwendiyeke baş bi leglegan re danîne. Li gorî baweriya welatiyan legleg jî ajaleke pîroz e û her wiha jê re Hecî Legleg" jî tê gotin.  Mamosteyê Beşa Bîyolojiyê yê Fakulteya Fenê ya Zanîngeha Dîcleyê Prof. Dr. Ahmet KILIÇ amaje dike ku cûreyeke leglegên reş jî li derdora Çemê Dîcleyê tên dîtin lê ew jî bihar û havîna xwe li bakurê Diyarbekirê derbas dikin.

Dr. Ahmet Kiliç dibêje:"Covid-19 ji bo xwenûkirina xwezayê baş bû. Ji ber ku mirov bi cotkarî û pîşesazî û bajarvaniyê mudexaleyî xwezayê dike û dengeya xwezayê diguherîne jiyana ajalan jî bandoreke xirab dibîne. Dema ku tevgerên mirovan kêm dibin jiyana zindiyên xwezayê jî rihettir dibe û av û hewa jî paqij dibe û legleg jî dikarin heta 5 ferxikan xwedî bikin."

Li gorî ragihandina Prof. Ahmet KILIÇ, legleg ji cihên avî hez dikin û ne tenê li Diyarbekirê; belavî herêmên din ên avî jî dibin. Legleg nêzî 7 mehan li derora Çemê Dîcleyê dimînin û ferxikên xwe mezin dikin. Di meha Îlonê de jî bi rêwitiyeke nêzî 4 hefteyan dîsa vedigerin derdora Çemê Nîlê û zivistana xwe derbas dikin.