Tirkiye ber bi lawazkirina rênimayan diçe, lê pirs jî gelek in

Li Tirkiye amarên dawî yên pêketinên Korona hatin ragihandin. Di heyama 24 demjimêrên dawî de, 28 kes bi Koronayê mirin û 1 141 kes jî bi Korona ketin

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Tirkiye amarên dawî yên pêketinên Korona hatin ragihandin. Di heyama 24 demjimêrên dawî de, 28 kes bi Koronayê mirin û 1 141 kes jî bi Korona ketin.

Wezîrê Tendirustiyê dide xuyakirin, metirsiya Korona  berdewam dike. Wezîrê Dadê jî diyar kir, tevî rênimayên nû, 1ê Hezîranê dest bi asayîkirina jiyanê dibe, ku hevdîtina girtiyan bi malbatan re jî, di nav vê de ye.

Her çend, hikûmeta Tirkiyeyê biryar daye, di rêkarên tendirustiyê de dest bi sistbune bike jî, amarên dawî nîşan didin, hejmara pêketiyan rojane ne di bin hezar kesan de ne. Wezîrê Tendirustiyê dibêje, encamên derdikevin, di çaçoveya pêşbînaya wan de ne. Dide xuyakirin, her çend asta pêketin û mirinan de daketin heye jî metirsî berdewam dike.

FEXREDÎN KOCA - WEZÎRÊ TENDIRUSTIYA TIRKIYEYÊ

"… Li hemberî vayrosa korona, welatê me li cîhanê bû mînakeke baş ya serkeftinê. Lê metirsî hê berdewam dike. Heta pêketiyê dawî, welatiyê me di bin vê metirsiyê de ne. ji ber vê, demeke din jî divê em rêgiriyên xwe berdewam bikin."

Serokomarê Tirkiyeyê jî balê dikşîne belavbûna korona li asta cihanê û dide xuyakirin, sîstema tendirustiya gelek welatan hember koronayê jinav çû, zilhêzên cîhanê neçar man, lê Tirkiye, derfetên xwe baş bikaranîne.

Asayîkirina jiyanê, di Wezareta Dadê de jî mijara sereke bû. Wezîrê Dadê, bi Yekîtiya Baroyên Tirkiyeyê, Desteya Dadwer û Dozgeran û Nûnerên Dadgehên Bilind û Girtîxaneyan re civiya û bi 72 xalan, rênimayên nû aşkera kirin.

EBDULHEMÎD GUL - WEZÎRÊ DADÊ YÊ TIRKIYE:

"… Bi yekê Hezîranê re, hin rêkarên girêdayî darazê tên sistkirin. Vekirina dozên nû û qebûlkirina doznameyan bi Hezîranê re destpê dike. Hemû dadgehên îdarî û darazê dest bi karên xwe yên asayî dikin. Bi 16'ê Hezîranê re hemû dozên hatine rawestandin destpê dikin. Di çarçoveya rênîşanên desteya zanistiyê, bi yekê Hezîranê re hevdîtinên rûbirû yên girtiyan bi kesûkarên wan re destpê dikin."

Li gor biryarên hikûmetê, bi yekê Hezîranê re, digel asankirina gelek beşên jiyana rojane û aboriyê,  loqante û çayxane tên vekirin, lê deverên alkol tên vexwarin û bar girtî dimînin.

Her çend hin asankarî bên kirin jî, qedexeya derketina derve ji bo kesên jor 65 salan û jêr 14 salan berdewam dike. Derbarê qedexeya dawiya hefteyê ya 15 bajarên Tirkiye û bakurê Kurdistanê jî biryareke nû nehatiye wergirtin ku niha berdewam dike.

 

 

 

C.B