Li Sûriyê û Rojava nirxê firotina genim ji hev cuda ne

Li Rojavayê Kurdistanê genim tê çinîn, lê nirx ne li gor dilê cotkaran e.
kurdistan24.net

K24 – Qamişlo

Li Rojavayê Kurdistanê genim û ceh tê çinîn, Rêveberiya Xweser nirxê kirînê ceh û genim kêmtir ji hikûmeta Sûriyê diyar kiriye. Cotyarên deverê jî dibêjin ku ewê berhemên xwe bifroşin ji aliyê ku zêdetir dide wan.

Werzê çinînê li Rojavayê Kurdistanê dest pê kiriye, lê cudahiya nirxê berhemên çandiniyê li cem Rêveberiya Xweser û hikumeta Sûriyê pirsgirêkê li cem cotyaran peyda dike, ku 85 Lîreyên Sûrî cudahî di navbera nirxê yek kîlo genim e li cem herdu aliyan de heye.

Ednan Ibrahîm, cotyarekî ji Amûdê ye ku nêzî 13 Hêktar ji zeviyên ceh û genim çandiye. Ednan dibêje, têçûn çandinyê pir giran bûye, ji ber wê, aliyê ku pereyên zêdetir beramberî berheman bide, ewê bifroşe wan.

Desteya çandiniyê di Rêveberiya Xweser de nirxê yek kîlo genim bi 315 Lîreyên Sûrî diyar kiriye, lê li cem hikûmeta Sûriyê bi 400 Lîreyan e.

Saziyên taybet bi kirîna berhemên çandiniyê di Rêveberiya Xweser de ta nuha berhemên zêde wernegirtiye. Ew jî ji ber ku piraniya zeviyên deverê nehatiye çinîn. Herwiha cudahiya mezin di nirxan de, bûye sedema ku cotyar berhemên xwe ta nuha nefirotine.

Îsal nêzî 47 hezar Hêktar genim û zêdeyî 50 hezar Hêktar ceh li herêma Cizîra Rojavayê Kurdistanê hatiye çandin. Li gorî desteya Çandinyê, pêşbîn e ew 500 hezar ton genim ji cotyaran werbigrin. Lê ji ber ku nirxê kirîna genim li cem hikumeta Sûriyê ji ya rêveberiyê bilindtir e, dibe ku genimê ji rêveberiyê ve bê kirîn, kêmtir be.