Tirkiye: Metirsiya hatina Pêla 2em a Covid -19 heye

Mamostayekî Zanîngeha Dîcle ya Diyarbekirê dide xuyakirin, li bakurê Kurdistanê pêketina koronayê zêdetir dibe

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê Tendirustiyê dibêje, wek pêşbînî dikirin, hejmara pêketiyan li Tirkiyeyê kêm dibe, lê dubare dike, belavbûna vayrosê bidawî nebûye û metirsiya vegera rojên destpêkê heye.

Mamostayeyekî Zanîngeha Dîcle ya Diyarbekirê dide xuyakirin, li bakurê Kurdistanê pêketina koronayê zêdetir dibe. Li Diyarbekir, Dîlok, Riha, Semsûr, Mêrdîn, Batman û Xarpêtê, ji ber dawet, mewlûd, taziye û zikrê û nepabendbûna rênimayan pêketin zêde bûye.

Dide zanîn, xelk asayîkirinê wek dawîhatina koronayê dibîne, lê ev şaşiyeke mezin e û balê dikşîne li ser egera pêla duyemîn.

Di navbera nîqaşên asayîkirin û metirsiyê de, gelek cihên kar dest bi karên xwe kirin. Her çend qedexeya li ser kesên jor 65 salan berdewam bike jî, Xeyrîyê sertaş di her moletek de berê xwe dide sertaşxaneya xwe ku pêncî salan zêdetir e vî karî dike.

XEYRÎ TOLUKESER - BERBER:

"… ji sala 1962ê ve karê berberî dikim û heta niha 12 şagird min kirine westa. Dema biryara qedexeya derketina derve hat, em jî pabend bûn. Ji şagirdiya xwe ve kar dikim ku ez du meh û nîv bêkar nemame. Ev du meh û nîv ji min re pir giran hatin. Di vê demê de ez gelak caran giriyam. Dost û hevalên min hebûn, nêdîtina wan û nekarkirin ji min re pir giran dihat. Xwedê careke din tiştek weha nîşanî me nede."

Desthilata Tirkiyeyê digel asankirina jiyana rojane, bi armanca rêgirtinê, bikaranîna demamikan neçar dike. Li 12 bajarên bakurê Kurdistanê û 26 bajarên Tirkiyeyê bikaranîna demamik bû mecbûrî û kesên pabend nebin, dê werin sizadan.

Di çarçoveya rêkaran de, biryar hatibû dayîn, her otombêlek nîvenîv reviyan hilgire, lê bi asayîkirina dawî, ev biryar hat rakirin. Lê vê carê li Stenbolê di nav pasek ku dikare 14 rewîyan rake, 30 rêwî hilgirtin û ji ber vê bi 100 hezarê lîreyê  zêdetir siza lê hate birîn. 

 

 

 

 

C.B