Heskîf, santîm bi santîm noqî avê dibe!

Heskîf, şaristaniya 12 hezar salan, santim santîm li pêş çavê hemû cîhanê noqî avê dibe. Bang û dilşewata hin jîngeparêz û welatparêzan, naye bihîstin...

K24 – Navenda Nûçeyan

Heskîf, şaristaniya 12 hezar salan, santim santîm li pêş çavê hemû cîhanê noqî avê dibe. Bang û dilşewata hin jîngeparêz û welatparêzan, naye bihîstin.

Desthilatên Tirkiyeyê, çêkirina bendavan wek dawîkirina hejariya herêmê binav dike, li gor wan dê bendavên li ser çemên Dîcle û Firatê bibin xemla gerdena navçeyê. Li ya rastî, digel tunekirina dîrok û bîra mirovahî, ziyaneke mezin jî digihê xelk û siruşta navçeyê.

Vegera ava Bendava Îlisû, ji niha ve gihişt sînorê Diyarbekirê. Hin deverên gundên Selatên jorîn û jêrîn di bin avê de man. Ajelên li dor gond dêçêriyan di dorpêça avê de man. Gundiyan neçar bo rizgarkirina ajelan serî li rayedarên pêwendîdar dan.

NÎHAT BAYDAR - MUXTARÊ GUNDÊ SELATÊ

".. Ev ajel 15 roj di nav avê de ase man. Xwediye ajelan em agahdar kirin. Min jî gihand Qeymeqamê Bismilê û Rêveberiya Çandiniyê. Wan jî agahî dan tîmên AFADê û ew jî bo rizgarkirinê hatin."

Karesata bendavan roj bi roj xwe nîşan dide, lê muxtarê gund ji bo rizgarkirina çêlekê spasiya Qeymeqamê dike.

Li Bendava Mûşê jî, bilindbûn avê hêlîna qaz û qulingan di bin avê de hîşt. Destdirêjiya desthilatan digel hêlîna welatiyan, rê nade hêlîna qulingan jî. Qulinga dayik dest ji hêlînê bernade ji ber çîvikên mirî bin jî hê di nav hêlînê de ne.

Li Semsûrê jî, bi çêkirina bendavê re masî bê av man û mîlyonan masî, tevî hêkên wan mirin. Ji bo rizgarkirina masiyan tu hewlek jî nehate nîşandan.

 

 

 

 

C.B