Sûriye: Di êrîşa Israilê de 9 kes hatine kuştin

Bi sedema êrîşek Israîlê li Sûriyê, 9 kes hatin kuştin

K24 – Navenda Nûçeyan

Bi sedema êrîşek Israîlê li Sûriyê, 9 kes hatin kuştin.

Ajansa SANA ya fermî ya Hikumeta Sûriyê belav kiriye, şeva borî Hêzên wan ên Bergirîya  esmanî êrîşek muşekî ya Israîlê liser devera Misyaf li derdora Hemayê têkşikandiye. Lê,  Rewangeha Sûriyê ya Mafên Mirovî ragihandiye, ku di wê êrîşê de, 9 kes hatine kuştin, ku 4 ji wan Sûrî ne, yên din jî, nasnameya wan nediyar e.

Berî niha jî gelek caran Israîlê bingehên artêşa Sûriyê, baregehên Hizbullah û çekdarên Îranî li Sûriyê kirin e armanc. Di encam de serbazên Hikumetê û çekdarên Îranî jî, di wan êrîşan de hatine kuştin..

 

 

 

C.B