Qubad Talebanî: Hikumeta herêma Kurdistanê hemû hewl dijî Covid -19 dan e

Qubad Talebanî ragihand, Hikûmeta Herêma Kurdistanê hemû hewlek da ye, ku Herêma Kurdistanê û welatiyên wê, ji petaya Korona biparêze

K24 – Navenda Nûçeyan

Qubad Talebanî ragihand, Hikûmeta Herêma Kurdistanê hemû hewlek da ye, ku Herêma Kurdistanê û welatiyên wê, ji petaya Korona biparêze.

Cîgirê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî di rêya rûpela xwe ya tora civakî ya Facebookê peyamek belav kir û tê de daxwaz ji welatiyên Herêma Kurdistanê kir, xwe ji metirsiyên Korona biparêzin û ragihand, ew daxwaza lêborînê ji welatiyên Herêma Kurdistanê dikin, ku bi sedemê rêkarên xweparastinê ziyan gihaye rewşa jiyana wan.

Talebanî got jî, Hikûmeta Herêma Kurdistanê her hewlek xwe ji bo wê yekê da ye, ku Herêma Kurdistanê û welatiyên wê ji petaya Korona biparêze, ta cejnê jî, karîbû gelek karên baş bike, lê piştî cejnê û ji ber sistbûna rêkarên xweparastinê, ew peta bi awayek metirsîdar belav bû ye.

Cêgirê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê got jî, metirsiya Korona gelek ciddî ye û Korona babetek nîn e, ku peywendiya wê bi siyasetê ve hebe û ji aliyê Hikûmeta Herêmê, Partî û Yekîtî ve hatibe dirust kirin, lê petayek cîhanî ye û pêwîst e xwe jê biparêzin.

Qubad Talebanî hêvî ji welatiyan kir, ji bo parastina canê kesên nêzîkî xwe, xwe biparêzin û bi wê rêyê,  hemû xelkê Kurdistanê biparêzin.

Zelal jî kir, eger petaya Korona zêdetir belav bibe, jêrxaneya kerta tendirustiya Herêma Kurdistanê xwe li ber givaşên zêde nagire, ji ber wê yekê jî, take çareserî û rêgirî kirin li ber belavbûna wê, xweparastin e.

 

 

 

C.B