Vîrusa Koronayê bandor li hunermendan jî kiriye

Vîrusa Koronayê wekî hemû qadên jiyanê bandora xwe li qada hunerê jî kir.
kurdistan24.net

K24 – Diyarbekir

Vîrusa Koronayê wekî hemû qadên jiyanê bandora xwe li qada hunerê jî kir. Muzîkjenên Kurd dibêjin ew ji aliyê aboriyê û hilberîna berheman ve ketin tengasiyê. Hunermendên Bakurê Kurdistanê jî tevî hemu astengiyan ber xwe didin û bang dikin ku Kurd xwedî li muzîka xwe derbikevin.

Di serdema Vîrûsa Koronayê de gelek beşên jiyanê bi temamî rawestiyan û qada hunerî jî bandoreke mezin a neyînî dît. Muzîkjenên Bakurê Kurdistanê jî dibêjin tevî astengiyên ku ji xwe hebun vîrusa Koronayê jî wek astengiyekê derket pêşiya muzîkê û muzîkjenan. Muzîkjenên Bakurê Kurdistanê didin zanîn wan kariye tenê bi rêya medya civakî bigihîjin guhdarên xwe. Muzîkjen Sebaheddîn Xoce amaje dike ku di serdema Koronayê de gelek muzîkjen di warê aboriyê de ketine tengasiyê û  nekarîne debara xwe bikin.

Muzîkjen Sebaheddîn Xoce ji K24ê re got: "Di vê pêvajoyê de ji ber ku deverên muzîkjenan tê de kar dikir û hunera xwe diafirand hatin girtin hunermend jî bêkar man. Salonên dawetan hatin girtin. Muzîkjen di warê aboriyê de ketin nava tengasiyê de."

Muzîkjenên Bakurê Kurdistanê di pêvajoya Vîrusa Koronayê de balê dikêşin ser xwedîlêderketina muzîka Kurdî û dibêjin muzîk rengek xurt ê neteweyî ye bo Kurdan. Muzîkjen Alî Aktaş tîne zimên ku muzîkjen tevî hemu astengiyan nunertiya muzîka Kurdî dikin û divê Kurd jî bi teybetî ciwanên Kurd bi guhdarîkirina muzîka bi zimanê xwe xwedî li muzîka Kurdî û muzîkjenên Kurd derbikevin.

Muzîkjen Alî Aktaş dibêje: "Millet bi çanda xwe bi hunera xwe bi dîroka xwe hene. Milletên ji hunera xwe dûr bikevin an ber sêkeratê ne an jî mirî ne. Berê salon û dawet hebun me radihişt temburên xwe em diçun. Niha ew jî nemaye. Em nikarin nan bibin malên xwe."

Muzîkjenên Kurd di serdema Koronayê de hewl didin li gorî derfetên xwe hunera xwe bidomînin û berheman biafirînin. Li aliyekê jî li bendê ne ku vîrusa Korona bi dawî bibe û qedexeyên ji ber koronayê hatine ragihandin werin rakirin da ku bikaribin derbikevbin ser  dike û organîzasyonên wek konsertan li dar bixin an jî di salonên şahiyê de stranên xwe dîsa bêjin.