7ê Hezîranê wê wek roja Taştêya Wanê ya Cîhanî tê pîrozkirin

Taştêya Wanê yê Bakurê Kurdistanê ku di kultura Kurdan de wek kevneşopiyek girîng cîh digire.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Taştêya Wanê yê Bakurê Kurdistanê ku di kultura Kurdan de wek kevneşopiyek girîng cîh digire ji bo li tevahiya cîhanê zêdetir belav bibe ji hêla kesayet û saziyên Wanî ve biryar hat dayîn 7ê Hezîranê wek Roja Taştêya Wanê ya Cîhanê bê pîrozkirin. Bi beşdariya bi deh hezaran kesî, li Wanê sifreyeke mezin a taştê dê bihata hazirkirin lê ji ber metirsiya koronayê her Wanî ji cîhê ku lê ne taştê amade kirin û piştgiriya nasîna kultira xwe kirin.

Penîrê bi sîrik, penîrê qelandî, qawit, qelî, kade, jajî, kulîçe û çend cureyên din ên li ser vê sifreyê ne xwarina taştêya bajarê Wanê yê Bakurê Kurdistanê yê ku li tevahiya cîhanê bi nav û deng bûye.

Gelek kesayet û saziyên Wanî ji bo berdewamiya kevneşopiya qedîm a bajarê xwe biryar dan ku 7ê Hezîranê wek Roja Taştê ya Wanê li cîhanê bê pîrozkirin. Ji bo vê plan hatibû kirin ku li Wanê bi beşdariya bi deh hezaran kes sifreyek mezin a taştêyê bê hazirkirin. Lê ji ber virûsa coronayê her Wanî wek destpêk li cîhê ku lê dijîn taştê hazir kirin.

Welatiya Wanî Îrem Bayram ji K24ê re got: Jûra Bazirganî ya Wanê li tevahiya cîhanê bo danaşina taştê ya Wanê bernameyekê eşkere kir. Li gorî wê em hemû Wanî wek kevneşopiyek her sal yekem roja şemî ya hefteya ewil a meha Hezîranê wek roja taştê ya Wanê li cîhanê pîroz bikin. Divê her Wanî ku çi wext derfeta wan hebe car caran tevî hezkiriyên xwe taştêya Wanê hazir bikin.

Li Stenbolê jî malbateke Wanî bi helkefta vê rojê li mala xwe bo nasîna kultura xwe dest û bendê xwe badan.

Welatiya Wanî Rezan Bayram dibêje: Wek malbateke Wanî, ji bo piştevaniya nasîn û belavbûna kultur û taştêya bajarê xwe me berhemên xweza yên ji çiya û zozanên tên hilberandin li ser vê sifreyê bi cîh kir. Me dil kir ku em li Wanê vê bikin lê ji ber coronayê em nekariyan biçin. Eger kêşeyek rû nede wek corona, em ê wek festîvaleke her sal bi rêk û pêk li Wanê vê sifrê hazir bikin.

Di sala 2014an de bi beşdariya nêzîkî 52 hezar kesî li Wanê mezintirîn sifreya taştê ya cîhanê hatibû amadekirin û navê taştêya Wanê bi vê taybetmendiya xwe di kitêba Guinessê de hat nivîsandin.